Îsraîl: Agirbest tune û Hemas dê di redkirina mercan de zehmetiyan bikişîne

Çavkaniyên îsraîlî diyar kirin ku “li Xezayê hîna agirbest tune ye, lê rewş hinekî aram bûye”. Heman çavkaniyan, destnîşan kirin ku danûstandinên bi Hamasê re dê bilez bin û ji bo Hamasê dê zehmet be ku şertên pêşniyarkirî red bike.

Îsraîl: Agirbest tune û Hemas dê di redkirina mercan de zehmetiyan bikişîne
4 cotmeh, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku niha li Xezayê agirbest tune ye, lê rewş hinekî aram bûye. Li gorî çavkaniyên siyasî yên îsraîlî, danûstandinên pêşerojê dê bilez bin, îhtîmal e ku Hamas di redkirina şertan de zehmetiyan bikişîne. 

Heman çavkaniyan, diyar kir ku di nav şandeya îsraîlî de ya ku dihat payîn, tev li danûstandinan biba, ji wezîrê kar û barên stratejîk Ron Dermer, berpirsê girtî û kesên winda Gal Hirsch û berpirsekî payebilind ê “Shin Bet” ku wekî "M" tê binavkirin hene. Biryar e ku danûstandin îşev dest pê bikin.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyên nêzî serokê opozîsyona Îsraîlê Yair Lapid ragihand ku wî bi rêveberiya Amerîkayê re têkilî daniye û got ku ji bo pêşxistina "Plana Trump" ew amade ye piştgiriya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike.

Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsarîlê li gorî perspektîvên serokatiya siyasî derbasî operasyona parastinê li Xezayê bûye, Xeza di bin dorpêçê de ye, lê hîna jî hêz dest bi vekişînê nekiribûn û êrişên hewayî heta serê sibê berdewam kirin.

Kanala 12 eşkere kir ku serokê hêzên leşkerî gotiye ku “ew amadekariyên pêvajoya yekemîn a plana Trump dikin”.

Hemasê berê piştgiriya xwe ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo rawestandina şerê li Xezayê ragihandibû û gotibû ew amade ye dîlgirtiyan serbest ber de. Komên Filistînê jî ragihandin ku ew piştgiriya helwesta tevgerê ji plana Trump dikin.

(ac/şx)

ANHA