HRRK’ê kongreya xwe ya 10’emîn bi dawî kir

HRRK’ê kongreya xwe ya 10’emîn a bi diruşma “Dilsoziya bi giyanê nemir Ehmedê Huseynî re” bi hilbijartina desteya rêveber a nû bi dawî kir û wê piştre encamname bê dayîn.

HRRK’ê kongreya xwe ya 10’emîn bi dawî kir
6 mijdar, 2026   18:59
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi diruşma “Dilsoziya bi giyanê nemir Ehmedê Huseynî re” kongreya xwe ya 10’emîn, bi amadebûna bi dehan endaman, hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û eleqedarên rewşenbîriyê li dar xist.

Di kongreyê de endamê komîteya amadekar Kemal Necim, li ser navê HRRK’ê Anahîta Sîno axivîn, her wiha peyamên pîrozbahiyê yên ji sazî û şandeyên beşdar ve hatin xwendin.

Piştre kongre dûrî çapemeniyê dewam kir. Di dawiyê de desteya rêveber a nû ya ji 7 endaman hat hilbijartin. Wê piştre encamname bê dayîn.

(f)