PYDʹê ji nû ve rêzikname saz kir û erê kir

Di gelek bendên bernameya siyasî û rêziknameya PYDʹê de guhartin çêbûn, hatin erêkirin.

PYDʹê ji nû ve rêzikname saz kir û erê kir
PYDʹê ji nû ve rêzikname saz kir û erê kir
PYDʹê ji nû ve rêzikname saz kir û erê kir
PYDʹê ji nû ve rêzikname saz kir û erê kir
PYDʹê ji nû ve rêzikname saz kir û erê kir
22 îlon, 2024   20:35
HESEK

Kongreya 10'emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çepsandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk" li bajarê Hesekê didome. Di kongreyê de 700 nûnerên partiyê beşdar bûn.

Kongreya 10'emîn duh dest pê kir û piştî xelatkirina malbatên şehîdan kongre dûrî çapemenî û ragihandinê dom kir.

Kongre îro bi nîqaşkirina rewşa siyasî û rêxistinî û jinûve sazkirina rêziknameyê dewam kir.

Bernameya siyasî û rêziknameya partiyê ji nû ve hatin sazkirin. Her wiha piraniya bendên wan hatin guhartin, ji nû ve hatin binavkirin û bendên nû hatin sazkirin.

PYDʹê hejmara endamên Meclisa Giştî ji 145 endaman daxist 90 endaman. Ev guhartin bi tevahî jî ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin.

Dê di dawiya kongreyê de endamên Meclisa Giştî û hevserokên nû bên hilbijartin.

(mh)

ANHA