Li Pakistanê mayînek bi karwana balyozê Rûsyayê de teqiya

Balyozê Rûsyayê li Pakistanê di hewldana sûîqastkirinê re derbas bû. Şandeya dîplomasî ya Rûsyayê ya li Pakistanê daxuyand ku mayînek bi karwana balyozê Rûsyayê de teqiya.

Li Pakistanê mayînek bi karwana balyozê Rûsyayê de teqiya
22 îlon, 2024   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya dîplomasî ya Rûsyayê ya li paytexta Pakistanê Îslam Abad da zanîn ku erebeyeke ji karwana balyozê Rûsyayê Albert Khorev li herêma Khyber Pakhtunkhwa ya bakurê rojavayê Pakistanê teqiya û gelek endamên polîsan birîndar bûn, lê tişt bi endamên şandeyê nehatin.

(mh)