Pûtîn û Trump li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de axivîn

Serokê Rûsyayê bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayî re li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de gotûbêj kir û girîngî da metirsiyên herêmî û derfeta vegera li rêveçûna dan û standinên bernameya nukleerî ya Îranê.

Pûtîn û Trump li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de axivîn
14 hezîran, 2025   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser rewşa Rojhilata navîn û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de axivî.

Medyaya Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre Kremlinê diyar kir ku rageşiya xeter a li Rojhilata Navîn  bi awayekî xwezayî di rojev û nîqaşê de ye.

Di heman çarçoveyê de, alîkarê serokê Rûsyayê, Yuri Ushakov got Pûtîn û Trump îhtîmala vegera li dan û standinên ji bo bernameya nukleerî ya Îran bi dûr nexist.

Ushakov anî ziman ku beriya rageşiya heyî, wî gavên diyar ji bo gihandina lihevkirinekê di navbera her du aliyan de ji bo bernameya nukleerî pêşkêş kiribûn.

Ushakov bi bîr xist ku serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa li Rojhilatê Navîn bi rewşeke pir fikar wesif kir.

(ac/fr)

ANHA