Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn

Suryaniyên li bajarê Tirbespiyê bang kir ku komkujiyên Sêfo ya li ser gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî wekî jenosîd di nava qada navneteweyî de were naskirin.

Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
14 hezîran, 2025   23:03
QAMIŞLO

Bi diruşma "Sêfo qêrîna gelekî ku hîna nehatiye bihîstin û dozek e hîna li benda naskirinê ye" Partiya Yekitiya Suryanî li bajarê Tirbespiyê meşek bi mûman li dar xist û ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo ku bi destê Osmaniyan pêk hatiye, peykerek danî.

Beşdaran li pêş Dêra El Ezra ya li naverasta bajêr kom bûn û ji sûka navendî heta bi cihê peyker hatiye danîn meşiyan.

Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Tirbespiyê, Faya Ardîş axivî û got ew li pey soza xwe ya dane şehîdên komkujiya Sêfo ne, ku wê daxwaza naskirina vê komkujiyê bişopînin.

Faya got: "Cîhan dizane ku Osmanî bapîrên Tirkên niha ne ku ev komkujî kirin û hîna jî bêdengiyeke navnetweeyî li hember vê komkujiyê heye."

(fr)