PDK-S’ê salvegera damezrandina xwe ya 68’an pîroz kir

PDK-S’ê bi boenya salvegera 68’an a damezrandina xwe li hola Efrîn a Qamişloyê şahiyek li dar xist.

14 hezîran, 2025   22:28
QAMLŞLO

Bi boneya salvegera 68ʼan a damezrandina Partiya Damokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) li hola Efrîn a li bajarê Qamişloyê, bi beşdariya endamên partiyê, endamên partiyên Ermenî, Aşûrî û Suryanî, şahiyek hat organîzekirin.

Di şahiyê de endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso axivî û got: "Bi boneya salvegera damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyeyê, em li we û hemû partiyên siyasî yên ku xwe dibînin berdewam in ji vê dîrokê re, pîroz dikin.  14ʼ ê Tebaxa 1957ʼan de bûyerek dîrokî di dîroka berxwedana gelê Kurd de, ji bo mafên wê yên neteweyî li ser xaka ya dîrokî bû."

Li ser navê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya Mihemed Îsamîl axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Îsmaîl salvegera 68’an a PDK-S’ê pîroz kir û diyar kir ku ev partiya yekemîn a Kurd li Sûriyeyê hat avakirin û di 68 salan xebatên ji bo parastina mafên Kurd û hebûna wî kirin.

Di dawiyê de komên Orkêş, Narîn û Serxwebûn stran û dîlan pêşkêş kirin.

(fk/fr)

ANHA