Pûtîn: Rûsya dixwaze pêwendiyên xwe yên stratejîk bi Îranê re bidomîne

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya dixwaze têkiliyên xwe yên stratejîk bi Îranê re bidomîne û wê ji bo berjewendiya Îran û welatên herêmê her tiştê ku pêwîst be bike da ku aştî li Rojhilata Navîn misoger bibe.

Pûtîn: Rûsya dixwaze pêwendiyên xwe yên stratejîk bi Îranê re bidomîne
27 nîsan, 2026   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevdîtina li Saint Petersburgê de ji Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re got ku Moskov wê her tiştî bike da ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were.

Dema ku Eraqçî gihîşt Rûsyayê, got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi têkbirina danûstandinên çaverê bû li Îslamabadê ji bo bidawîkirina şer bihatana lidarxistin tawanbar kir.

Ragihandina Rûsyayê daxuyand ku Pûtîn ji Eraqçî re gotiye: "Ji aliyê me ve, em ê her tiştê ku xizmeta berjewendiyên we û hemû gelên herêmê dike bikin, da ku aştî di zûtirîn dem de pêk were."

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsî TASS, Pûtîn pesnê gelê Îranê û "berxwedana" wan da û diyar kir ku "Rûsya, mîna Îranê, dixwaze têkiliyên xwe yên stratejîk bidomîne."

(ac/fr)