Li Hesekê xebatên ji bo birêxistinkirina firoşkarên kolanan

Firoşkarên kolanan ên li Hesekê ji şaredariyê xwest xebatên valakirina kolanan bandorê li karên wan neke, şaredariyê jî soz daye ku deverên alternatîf li bazara giştî û Tik Xiwêranê ji firoşkaran re peyda bike.

Li Hesekê xebatên ji bo birêxistinkirina firoşkarên kolanan
Li Hesekê xebatên ji bo birêxistinkirina firoşkarên kolanan
Li Hesekê xebatên ji bo birêxistinkirina firoşkarên kolanan
Li Hesekê xebatên ji bo birêxistinkirina firoşkarên kolanan
28 nîsan, 2026   04:50
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li bajarê Hesekê, bi taybetî li Kolana Balê ya li hember Qada Aştiyê û Bazara Mezin, di navbera firoşkarên kolanan û Şaredariya Gel de gengeşe mezin dibe, ji ber ku şaredariyê ji bo kêmkirina qelebalixê, hêsankirina trafîkê û baştirkirina xizmetguzariyê dest bi valakirina hin kolanan kiriye.

Firoşkarên kolanan dibêjin ev tedbîr debara wan a rojane tehdît dikin, lê şaredarî dibêje ev xebat li ser giliyên şêniyan pêk hatiye û ew dixwazin kolanê vala bikin û pirsgirêka trafîkê kêm bikin.

Mihemed Hesen xwediyê besteyekê ye ku li Kolana Balê çenteyan difiroşe, diyar kir ku pirsgirêka sereke ew e ku kolan teng e û hejmara firoşkarên li kolanê zêde ye ku rê li ber trafîkê digire. Hesen bal kişand ser rêkxistina kar û barên firoşkarên kolanan bi awayekî rê li ber trafîkê veke, lê divê pêdiviyên firoşkaran jî li ber çavan were girtin çareseriyên guncaw werin peydakirin.

Mişal Hemdîş ê xwediyê firoşgeheke cilên kevn e li heman kolanê, got: “Divê şaredarî ji bilî berhevkirina bacan, xizmetên giştî baştir bike û firoşkarên kolanan veguhêze cihên din, bi şertê ku deverên diyarkirî ji bo wan werin peydakirin, bi awayekî ku bandoreke neyînî li şêniyan neke.”

Mihemed El Salih ê firoşkarekî fêkiyan, got daxwaza wan a sereke ew e ku ji bo firoşgehan devereke guncaw were veqetandin û kolana bazara sereke cihekî guncaw e.

JI BO ÇARESERKIRINA QEREBALIXÊ Û BAŞTIRKIRINA TRAFÎKA KOLANAN HIN TEDBÎR

Berpirsa Beşa Zabiteyê ya Şaredariya Gel Hesekê Wefaa El Ebûd diyar kir ku şaredarî vê pirsgirêkê wek bersivdayîna giliyên şêniyan çareser dike.

Wafaayê diyar kir ku xebata hatiye meşandin hêsan û bê zirar bû û armanc ew bû ku kolan were paqijkirin û rê li ber trafîkê were vekirin. Wefaayê da zanîn ku projeyek niha tê lêkoînkirin ji bo veqetandina cihên guncaw ji bo firoşkarên kolanan, û veqetandina cihekî ji bo firoşkarên sebzeyan li nêzî Til Xiwêran, li hember garaja giştî.

Wefaayê got şaredarî berê destûr dida firoşkarên kolanan ku li beramberî xerceke mehane peyarêyan bi kar bînin, ev tedbîr dê were rakirin û li şûna wê dê navendên taybet ji bo wan werin peydakirin.

Wefaa El Ebûd destnîşan kir ku planek heye ku cihên firoşkarên kolanan li nêzî Til Xiwêran bi awayekî ku trafîkê asteng neke were peydakirin, û paşê ji bo wan cihekî daîmî di nav bazara giştî de were avakirin.

(k)

ANHA