‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya aştî û aramiyê ye’

Jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya azadî û rûmeta wan e û bi gaveke bingehîn ber bi avakirina civakeke demokratîk ve bi nav kir.

‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya aştî û aramiyê ye’
28 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Jinên ji bajarê Girkê Legê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got dê heya pêkanîna vê daxwazê têkoşînê bidomînin.

Xensa Hadî bal kişand ser bêdengiya welatan a li hemberî berdewama tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ragirtina wî got: "Ev bêdengî nayê qebûlkirin, ji ber ku tecrîd û ragirtina Rêbertî li dijî tevahî qanûnên navneteweyî yên girêdayî rûmeta mrivan û mafên girtiyan e."

Xensa Hadî di dewama axaftina xwe de ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî xaleke veguherînê di jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û anî ziman ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan jinan xwe bi rêxistin kirin û cihê xwe di hemû qadên civakê de girtine.

Xensa Hadî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza hemû jinan e û divê bi lez were pêkanîn û wiha domand: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji bo pêkanîna aştiyê, edalet û sepandina rêgezên mafên mirovan pêdiviyek e."

Xebat Ekrem jî da zanîn ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku têgînin kevinperest ên girêdayî jinan werin guhertin û rê li ber jinan vekir ku beşdarî jiyana giştî bibin.

Xebatê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan girêdayî kesek tenê nine, lê belê girêdayî siberoja tevahî civakê û got, jin her timî ji bo azadiya wî ya fîzîkî dengê xwe bilind dikin, ji ber ku azadkirina wî daxwazeke mirovî ya rewa ye.

Xebat Ekrem bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku helwesteke çalaktir bigire û zextê zêde bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Hêvîn Murad bi bîr xist ku salên dirêj ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de borandine, bandor li ramanên wî nekirin, lê belê ramanên wî di nava civakê de, bi taybetî li nav jinan belav bûn. Hêvîn da zanîn ku jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê bêtir bi rêxistin û zane bûne û dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.

Hêvînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê roleke girîng di pêkanîna aramî û aştiyê de pêk bîne.

(bb)