Pûtîn: Heta ku Rûsya armancan bi dest nexe şerê Ukraynayê bi dawî nabe

Serokê Rûsyayê diyar kir ku şerê li Ukraynayê heta ku Moskov armancên xwe bi dest nexe, bi dawî nabe.

Pûtîn: Heta ku Rûsya armancan bi dest nexe şerê Ukraynayê bi dawî nabe
5 hezîran, 2026   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn îro daxuyand ku şerê li Ukraynayê tenê gava Rûsya bigihîje armancên xwe dê bi dawî bibe.

Pûtîn di Foruma Aborî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê de axivî û got, "Em texmîn dikin ku dijminatî dê rojekê bi dawî bibe. Bê guman, ew ê dema ku em bigihîjin armancên ku me ji xwe re danîne, rawestin."

(fr)