Rêber Apo ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirin

Heyeta DEM Partiyê li ser çerçoveya qanûnê bi heyeteke AKPˊê re hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin DEM Partiyê li ser çerçoveya qanûnekê dixebite û bi partiyên siyasî re jî di nava danûstandinê de ne. Her wiha hat hîn bûn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo xitimîna pêvajoyê derbas bibe hin pêşniyar jî kirine.

Rêber Apo ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirin
5 hezîran, 2026   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva serekê ya siyasetê ye. Raya giştî jî li bendê ye ku beriya Meclisa Tirkiyeyê bikeve batlaneyê çerçoveya qanûnê li meclisê bê amadekirin. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî li meclisê bi heyeteke AKPˊê re li ser çerçoveya qanûnê danûstandin kir. Li gorî agahiyên ku Ajansa Welat (AW) ji çavkaniyên DEM Partiyê bi destxistine DEM Partî ji bo çerçoveya qanûnê li ser pêşnûmeyekê dixebite.

Piştî xwefesîhkirina PKKˊê û çareseriya pirsgirbêka Kurd sererastkirina qanûnî di rojevê de ye. DEM Partî ji bo sererastkirina qanûnan di nava danûstandinan de ye. Li gorî agahiyên hatine destxistin tekildarî çerçoveya qanûnê heyeta DEM Partiyê bi AKPˊê re hevdîtinek kir û di hevdîtinê de jî li ser çerçoveya qanûnê danûstandin kir.

Her wiha çavkaniyên DEM Partiyê ragihandin ku ji bo çerçoveya qanûnê ew li ser pêşnûmeyekê dixebitin û bi hemû partiyên siyasî re jî li ser vê yekê di nava danûstandinan de ne. Her wiha çavkaniyên DEM Partiyê diyar kirin ku hiqûqnas li ser pêşnûmeyê dixebitin û piştî pêûşnûme temam bû dê ji raya giştî re parve bikin.

Rêber Abdullah Ocalan hin peşniyar kirine

Her wiha Rêber Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re ji bo xitimîna di pêvajoyê de derbas bibe hin pêşniyar kirine.