Li Qamişloyê bi gulebaranê kesek mir û 2 jî birîndar bûn

Li bajarê Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb di bûyereke gulebaranê de kesek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo diyarkirina sedem û motîvên bûyerê dest bi lêpirsînan kir.

Li Qamişloyê bi gulebaranê kesek mir û 2 jî birîndar bûn
5 hezîran, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çend demjimêr berê li Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb a taxa Xerbî bûyerek gulebaranê qewimî, di encamê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ku ji ajansa me re axivî, di bûyera gulebaranê de ciwanek hatiye qetilkirin û 2 kesên din jî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyek li bajêr.

Motîv û sedemên bûyerê hîn jî nayên zanîn, ji ber ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîna xwe didomînin.

(fr)