Pozîsyona Şamê diguhere, bandora Rûsyayê kêm dibe, çavê Îsraîlê li Sûdanê ye

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri bo DYA’yê û nîşaneyên wê, guhertina cihê Şamê di hevsengiya navneteweyî de, paşketina bandora Rûsyayê li herêmê, her wiha eleqeya zêde ya Îsraîlê ya bi Sûdanê.

Pozîsyona Şamê diguhere, bandora Rûsyayê kêm dibe, çavê Îsraîlê li Sûdanê ye
6 mijdar, 2025   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri bo DYA’yê, paşketina hegemonyaya Rûsyayê li Rojhilata Navîn û eleqeya zêde ya Îsraîlê ya bi rewşa Sûdanê.

‘EL ŞERI LI AMERÎKAYÊ YE, ŞER LI BÎQAYÊ YE; PIŞTÎ ÎRAN Û ‘TERORÎZMÊ’ ÇI TÊ?’

Rojnameya El Modon li ser guhertinên jeopolîtîk ên ku bi serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bo Brezîlyayê re bi pêş dikevin, nivîsand. Rojnameyê diyar kir ku cara yekemîn e dê serokekî Sûriyeyê beşdarî lûtkeya avhewayê bibe. Rojnameyê ev bûyera jîngehê bi çarçoveyeke siyasî ya berfireh ve girê da û diyar kir ku Şam hewl dide piştî sedan salan ji hevbendiya Moskov-Tehran û Karakasê, cihê xwe li aliyê rojava çêke.

Rojnameyê di heman demê de ev serdan wek pêvajoyeke nû di siyaseta derve ya Sûriyeyê de pênase kir û wiha domand: “El Şeri dê piştre serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike da ku têkiliyên dualî xurt bike û mijarên girîng ên wekî rakirina cezayan, tevlîbûna hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî terorê, kontrolkirina sînoran û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê, bi îhtîmala ku Sûriyeyê di bin çavdêriya Amerîkayê de bi Îsraîlê re rêkeftinên ewlehiyê bike, nîqaş bike.”

Rojnameyê ev guhertina Sûriyeyê bi rewşa herêmî ya aloz, nemaze krîzên li Venezuela, Îran, Lubnan û Xezayê ve girê da û wiha nivîsî: "Ev yek nîşan dide ku Washington hewl dide bi rêya zextên siyasî û dibe ku leşkerî li ser Tehranê hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn ji nû ve şekil bide. Di heman demê de Îsraîl hewl dide ku bandora xwe ya herêmî bi awayekî yekalî nîşan bide. Li beramberî wê hewldanên Amerîkî, Tirkî û Ereban têne kirin ku piştî paşketina bandora Îranê, Şamê beşdarî di rêvebirina pêvajoyê de bikin."

Li gorî rojnameyê, serdana El Şeri ne tenê serdaneke protokolî ye, lê belê nîşana guhertineke stratejîk a potansiyel di pozîsyona Sûriyeyê ya di nava pergaleke nû ya navneteweyî û herêmî de ye.

 ‘RÛSYA HÊ JÎ LI ROJHILATA NAVÎN BI DAWÎ NEBÛYE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser kêmbûna bandora Rûsyayê li Rojhilata Navîn a ji ber rêzepaşketinên siyasî û leşkerî û destnîşan kir ku Moskov bi saya nêzîkatiya xwe ya pragmatîk û şiyana xwe ya adaptekirina şert û mercên guherbar, hîn jî dikare hebûna xwe ya herêmî ya berfireh biparêze.

Rojnameyê bal kişand ser îbtalkirina civîna Rûsya- Erebî ku biryara bû di Cotmeha borî de pêk hatibû û got: "Îbtalkirina civînê bo Kremlinê şermek dîplomatîk bû. Nembaza piştî ku hin serokên Ereb tercîh kirin ku li şûna beşdarbûna civîna bilind a li Moskov, biçin Şerem El Şêx da ku bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re bicivin. Ev senaryo kêmbûna eleqeya Ereban a ji bo hevkariyê bi Rûsyayê re di nav veguherînên herêmî yên ku ji hêla Washington û Tel Aviv ve têne rêvebirin de nîşan dide."

Rojnameyê windahiyên Rûsyayê li herêmê, ji hilweşîna rejîma Beşar Esed û revîna wî ya ber bi Moskovê heya êrişên wêranker ên Îsraîlê yên li dijî Îranê (hevalbenda stratejîk a Moskovê) vegot û wiha domand: "Rûsyayê dest bi jinûve avakirina têkiliyên xwe yên bi welatên Kendavê, Iraq, Lîbya, Sûdan û Tirkiyeyê re kiriye. Di vê yekê de jî xwe dispêre dîplomasiyeke nerm a li ser bingeha hevkariya bi aliyên cuda re, bêyî ku cudahiyên îdeolojîk li ber çavan bigire. Di heman demê de rola xwe ya girîng di OPEC’ê de jî giraniya aborî ya bêguman dide wê."

Li gorî rojnameyê, tevî paşketinên xwe, Rûsya dê ji Rojhilata Navîn venekişe, lê belê bi rêyên leşkerî, peymanên aborî û hevkariyên pragmatîk hewl dide hebûna xwe ji Lîbyayê heta Îranê xurt bike da ku di hevsengiyên hêzê yên herêmê de lîstikvaneke bibandor bimîne.

SÛDAN DI ÇARÇOVEYA EWLEKARIYA NETEWEYÎ YA ÎSRAÎLÊ DE YE... GELO DÊ LI CIHÊN ÎRANÊ BIDE?’

Rojnameya El Nehar jî li ser eleqeya Îsraîlê ya zêde ya bi Sûdanê re nivîsand. Hate gotin: “Tevî dûrbûna erdnîgarî ku ji du hezar kîlometreyan derbas dibe, Sûdan ji ber cihê xwe yê li başûrê Misirê û li perava Deryaya Sor dikeve nav nexşeya ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê, dibe beşeke nexşeya gefên stratejîk ên ji bo Tel Avîvê."

Rojnameyê destnîşan kir ku Tel Avîv di şerê li dijî artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Burhan de piştgiriyê dide Hêzên Piştgiriya Lezgîn û vê helwesta xwe bi gotinên ku medyayê rejîma Sûdanê bi eksena Îran-Hemasê ve girê dide, rewa dike.

Rojnameyê cih da şîroveyên pisporê kar û barên Îsraîl û Filistînê Fîras Yagî ku diyar kir ku dîrok û têkiliyên berê yên rejîma Sûdanê bi Tehran û Xezayê re ew di bin çavdêriya domdar a îstîxbarata Îsraîlê de hiştiye. Yagî destnîşan kir ku Îsraîl hewl dide artêşa Sûdanê lawaz bike, ji ber têkiliyên wê yên bi artêşa Misirê re xurt in. Her wiha îşaret pê kir ku desteka Tel Avîvê ji bo Hêzên Piştevaniya Lezgîn hewldana dorpêçkirina Misirê li başûr û tevlihevkirina hevsengiyên wê yên stratejîk e.

Şîrovekaran ji rojnameyê re got Îsraîl naxwaze niha êrişan li dijî Sûdanê pêk bîne, lê tercîh dike ku biçekkirin û desteka lojîstîk ji bo Hêzên Piştevaniya Lezgîn bidomîne, da ku temenê şerê navxweyî dirêj bike û Sûdan parçe bibe ku li gorî berjewendiyên wê yên ewlehî li Deryaya Sor û herêmê be.

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê Sûdanê êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ye, lê di nav pêşbaziya desthilatdariya herêmî ya li Afrîkayê û Deryaya Sor de veguheriye qadeke pevçûnên nerasterast di navbera Îsraîl û Îranê de.

(bb)