Dewreyeke din a Hêzên Komandos bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a Dêrazorê dewreyeke nû ya perwerdeyê ya şervanên Hêzên Komandos bi dawî bû.

Dewreyeke din a Hêzên Komandos bi dawî bû
6 mijdar, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, li Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a li Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê ya şervanên Hêzên Komandos bi merasîmekê bi dawî bû.

Dewreya perwerdeyê ku 53 şervan tev lê bûbûn, bi navê Şehîd Rêdûr Hilinc hate birêxistinkirin.

Di merasîma qedandina dewreya perwerdeyê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Komandos beşdar bûn. Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Komandos Xelîl Xebat axivî. Xelîl Xebat qedandina dewreyê pîroz kir û rola şervanên QSD’ê ya di pêvajoya heyî de vegot.

Di dawiya merasîmê de şervanên perwerde bi dawî kir, hunerên xwe yên şer pêşkêş kirin.

(bb)