Li Efrînê şêniyek hat qetilkirin

Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de  kesekî 65 salî ji ber gulebaranê hat qetilkirin.

Li Efrînê şêniyek hat qetilkirin
6 mijdar, 2025   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyê bi navê Şukrî Ehmed Oso (65) ku bi navê Bavê Ebdo tê naskirin duh êvarî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.

Şukrî Ehmed Oso  ji gundê Keferzîtayê ye, duh êvarî dema bi terektora xwe ya çandiniyê ji kargeha guvaştina zeytûnan vedigeriya, li ser rêya gundên Firêriyê-Kefezîtay ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin û birîndar bû

Oso ji bo venxweşxaneya Cindirêsê hat veguhestin, lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.

(mh/bb)