Portekîz dewleta Filistînê nas kir

Piştî Awstralya, Brîtanya û Kanadayê, Portekîzê dewleta Filistînê bi awayekî fermi nas kir.

Portekîz dewleta Filistînê nas kir
21 îlon, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Portekîzê Paulo Rangel ragihand ku welatê wî bi awayekî fermi dewleta Filistînê nas dike. 

Paulo Rangel şeva gera 80`an a Komîteya Giştî ya NY`yê ji rojnamevanên ji New Yorkê re axivî û got: “Ev biryar, encama nîqaşên Meclisa Wezîran a 18`ê Îlonê ye.”

Paulo Rangel wiha domand: “Portekîz, piştgiriya cudakirina her du dewletan dike ji ber ku çareseriya yekane ya sepandina aştiya daîm. Ev helwest ne li dijî mafê Îsraîlê ya hebûnê ye.”

(şx)