Li çolistana Hemayê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên şer de, li çolistana Hemayê zarokekî jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.

Li çolistana Hemayê zarokekî jiyana xwe ji dest da
21 îlon, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li nêzî gundê Ekeş ê çolistana Hemayê ji ber teqîna mayîneke ji bermahiyên şer de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.

SOHR'ê diyar kir ku ji 8'ê Kanûna borî ve heta niha 620 kesan ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana ji dest dane, ji wan 171 zarok û 42 jin in.

(mh)