Polîsên Tirk li bajarê Cizîrê êrişî meşa gel kir

Polîsên Tirk, êrişî meşa li bajarê Cizîrê ya Bakûrê Kurdistanê ji bo protestokirina êrişên ser taxên Helebê kirin. Di êrişê de 3 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û gefa kuştinê li rojnamegeran hate xwarin.

8 ÇILE, 2026   17:50

Ciwanan, li Taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, êrişên komên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser taxên Kurd û Suryanan ên li Helebê şermezar kir. 

Di çalakiyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmeta me ye” û “Rojava Rojhilat Kurdistan yek welat e" berz kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di çalakiyê de cih girtin. Polîsan, êrişî ciwanan kir û 3 ciwan bi lêdanê binçav kirin. Di heman demê de dema kedkarên Çapemeniya Azad hewl didan dîmenan bigirin, polîsan ew jî hedef girtin, çêrên giran lê kirin û gefa kuştinê lê xwarin. Girseyê, bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bersiv dan êrişê. Tevî astengkirinê jî girseyê meşa xwe li kolanan domand.