Polîsên dewleta Tirk 3 rojnamevan binçav kirin

Li Erdîşê sê rojnamevan li nuqteya kontrolê ya polîsan hatin sekinandin û binçavkirin.

Polîsên dewleta Tirk 3 rojnamevan binçav kirin
7 ÇILE, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanê rojnameya Yenî Yaşamê Şakîr Karadaş û xebatkarên Ajansa Welat (AW) Hulya Taş û Rohat Bulut li navçeya Erdîşê ya Wanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan her sê rojnamevan birine midûriyeta polîsan a Erdîşê.