Evîn Siwêd: Em vê serdemê bikin serdama jinan û Sûriyeya demokratîk û nenavendî

Evîn Siwêd di komxebata şêwiriyê ya jinan de axivî destnîşan kir ku Sûriyeyê di pêvajoyejek hesas re derbas dibe û divê jin dengê xwe bilind bike, ji bo ku mafên xwe di aliyê qanûnî de biparêze û Sûriyeya demokratîk a nenavendî ava bike.

Evîn Siwêd: Em vê serdemê bikin serdama jinan û Sûriyeya demokratîk û nenavendî
7 ÇILE, 2025   14:05
HESEKÊ

Komxebata şêwiriyê ya jinan ku Kongra Star bi dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinan Em ê Sûriyeyek Demokratîk Ava bikin” li dar xistiye, bi beşdariya 500 delegeyan û nûnerên kurdan, ereban, suryanan, asûran, elewiyan û ermenan, ji Şam, Heleb, Siweyda didome.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd di komxebatê de axivî û beşdaran, tevgerên jinan, partî, pêkhate û kêmnetewan silav kir.

Evîn destnîşan kir ku şoreşên gelan bi azadî, wekhevî û edaletê dest pê kirin, lê pergalên hegemonîk ji bo ku berjewendiyên xwe di dewletên herêmê de bi dest bixin dest danîn ser şoreşan û got: "Heman siyaset li Sûriyeyê meşandin. Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi alî û kesayetên demokratîk re têkoşîn li hember van siyasetan domandin, şoreşa xwe heta îro parastin. Ev şoreşa ku bi şoreşa civakî, siyasî, çandî û jinan hate binavkirin."

Evîn destnîşan kir ku di dîroka herêma Rojhilata Navîn de jinan roleke çalak di tevahî qadên jiyanê de lîst û wiha domand: "Li Sûriyeyê jin mîna xwendewendan e. Jinên sûriyeyî mîna Zenûbya mohra xwe li dîroka welêt a zengîn danî. Tev li tevahî qadên jiyanê yên siyasî, hunerî bû û hebûna wê di dîroka welêt de hertim girîng bû. Lê pergala Baasê ev rol asteng kir û mafên jinan di destûrê de nehatin parastin. Jinan nekarîn bi awayekî serbixwe xwe bi rêxistn bikin û ji wê zêdetir tevgerên jinan girêdayî desthilatê bû û ji aliyê mêran ve dihatin birêvebirin."

Evîn diyar kir ku jin li Sûriyeyê eynka rewşa civakê bû û wiha domand: "Bi şoreşê re, jinên tiyê azadiyê herikîn û li dijî zulma bi hezaran salan serî hildan. Mîna bahozê tevlêbûna jinan zêde bû, bi hêztir bû û êdî bandor li dora xwe kir."

Her wiha Evîn îşaret bi rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî, rêxistinên jinan kir û got: "Jinan li herêmê bi sedan civîn li dar xistin. Der barê yekitiyê gelek nêrîn nîşan dan. Lewma bi nêrînên xwe yên taybet  tev li siyaset, dîplomasiyê, aboriyê, kar û xebatên civakî, tenduristiyê, perwerdeyê û qadên din ên jiyanê bûn. Di şexsê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de ji cîhanê tev de re bûn mînak û serkêşiya şerê li dijî DAIŞ`ê kir. Heta ku şoreşa li herêmê bi şoreşa jinan hate naskirin."

Evîn ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi têgeha xurtkirina yekitiya xwe, jinan xwe di nava komîn, tax, partî, saziyan de bi rêxistin kir. Dozên girêdayî malbatê analîz kir, çareserî jê re danîn, pergala rêveberiya xweser ava kir. Jinan rêxistina xwe ya taybet çêkir, bi dehan sazî û meclisên jinan  ava kir. Jinan nexwest, jinekê bê rêxistin bihêle û hêza jinan kom bike ji bo ku xwedî vîneke hevgirtî bin û rola xwe ya pêşeng bilîze û bi rastî jî ev armanc hate bidestxistin."

Evîn Siwêd da zanîn ku bi destpêka şoreşê re û bi dîplomasiyeke xurt a navxweyî jin di sala 2014’an de bûne beşeke bingehîn a avakirina sîstema Rêveberiya Xweser û di nava rêvbriyê de kotaya nûnertiyê ji bo jinan ferz kiriye û ji bo nûnertiyeke wekhev sistema hevserokatiyê bidest xistiye, Evîn wiha dewam kir: "Jinan di vê çarçoveyê de îradeya xwe îspat kiriye, di nava pergalên xweser de xwe de birêxistin dikin û tevlî nîqaşan dibin û têkildarî jinan biryaran didin. "

 Her wiha diyar kir ku bi rûxandina rêjîma Beisê  re, hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a piralî ku tê de jin bikaribe rola xwe ya dîrokî bilîze, geş bû, ji ber ku gelê Sûriyeyê di dirêjahiya 14 salên aloziyê de, sistema yek partî ya navendî gotûbêj kir û nas kir ku hemû êş û azarên wan ji ber çewisandina cihêrengiya neteweyî û olî, bêdengkirina dengê jinan û qedexekirina rêxistinên wan bû. "

 Evîn di dewma axaftina xwe de got: "Ji ber vê yekê divê em gelê Sûriyê bi giştî û bi taybetî jin bi hestyariyeke mezin bi rewşa nû re mijûl bibin, divê em ji ezmûnên beriya şoreşê û di dema şoreşê de sûd werbigirin,  em zanibin me çi êş kişandin  û çawa em ji rêvberiyê hatin dûrxistin. Her wiha em ezmûna xwe ya avakirina pergala jinê û Rêveberiya Xweser de nas bikin, ji komînan bigire heta meclisan, ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Ermenî, Tirkmen, Çerkez, Êzidî û Elewî di nav de reng û nêrîna xwe parve dikin. Ev sîstem dikare bibe modelek ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî li ser bingehên azadî û edaletê were birêvebirin".

Evîn Swêd bal kişand ser rewşa niha ya Sûriyeyê û wiha got: "Li gorî nûçeyên ku tên weşandin û binpêkirinên ku têne kirin, hêviyên sûriyeyiyan ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku her kesek tê de bikaribe xwe bi rengê xwe îfade bike, kêm bûn, û guman zêde bûne ku sistememe ku dê jinan paşguh bike tê avakirin. "

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li ser navê we hemûyan û di şexsê şehîdan Bêrîtan Şorş, Ronahî Yekta û Cihan Bilgîn de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya Yekîneyên Parstina Jin YPJ`ê ku navê Pira Qerqozaqê û Bendava Tişrînê li ser rûpelên dîrokê nivîsandine, silav dikim. kombûna gel a li dora şervanên xwe û dora  Rêvberiya Xweser cihê rûmetê ye. Her wiha hemû Kurdistaniyan û dostên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ji ber piştgiriya wan, silav dikim. Em bi hev re sedsala 21’an bikin serdema jinan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî misoger bikin. "

(şx/k)

ANHA