Plangerekî êrişên li ser Rûsyayê hat kuştin

Dezgeha Ewlehiyê ya Rûsyayê ragihand ku “kesekî ku planên êrişên terorîstî dikir” kuştiye.

Plangerekî êrişên li ser Rûsyayê hat kuştin
3 adar, 2025   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ewlehiyê ya Rûsyayê îro ragihand ku wê kesek ku plana "êrişên terorîstî" li ser metroya Moskovê û saziyeke olî ya Cihûyan dikir, kuşt.

Dezgehê da zanîn ku wan hewl da gumanbar kontrol bikin, lê wî li ber xwe daye û bi guleyan hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Reutersê, gumanbar plan kiribû biçe Efganistanê û tev li "komên terorîst" bibe.

(bb)