Ji bo 4 pakrewanan merasîm 

Li Dêrik û Girkê Legê ji bo şehîdên QSD’ê Ehmed Hesen, Ramî Şemo, Dilovan û Amir Îbrahîm merasîmên xiyabî hatin lidarxistin.

Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
Ji bo 4 pakrewanan merasîm 
3 adar, 2025   14:17
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanên QSD’ê Ehmed Hesen ku 29’ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû û Ramî Şemo yê 17’ê Çileyê li Minbicê şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist. Merasîm bi amadebûna şêniyên bajar û gundewarên Dêrik li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hat lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xedîce Hebeş di merasîmê de axivî û rola şehîdan di parastina herêmê de vegot. Xedîceyê berxwedana Bendava Tişrînê silav kir û got: "Berxwedana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê îradeya şervanên QSD û gelê me nîşan da.”

Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê Wefa El Elî jî soza domandina rêya şehîdan da û got: "Bi saya şehîdan em bi îro bi aştî dijîn. Divê em rêya wan bidomînin û destkeftiyên ku bi ked û xwîna wan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Di dewama merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrkê jî bal kişand ser berxwedana li Bendava Tişrînê û got: "Bendava Tişrînê ji bo hêzên me xeta sor e. Berxwedana li bendavê tê kirin ji bo parastin û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Erka me ye bendavê biparêzin û serkeftinê ji gelê re xwe re bînin."

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê jî ji bo şervanên QSD’ê Dilovan (Îsa Zekeriya El Mistefa) û Amir Ehmed Îbrahîm ku 29’ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûne, merasîmek li hola HPC’ê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Girkê Legê û Rimêlan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Henan Mamo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Henan Mamo diyar kir ku destkeftiyên hatine bidestxistina berhemên keda şehîdan in û anî ziman ku dê rêya şehîdan bidomînin.

Bi navê QSD’ê Xalid Koçer jî axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwet. Xalid Koçer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: "Eriş, felsefeya hebûnê ya Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya wê dike, dikin armanc." 

Xalid Koçer di dawiya axaftina xwe de got dê têkoşînê bidomînin û şopdarên rêya şehîdan bin.

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û pêşkêşî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA

Dêrik 

 Girkê Legê