Li Îsraîlê li dijî navendeke bazirganiyê êriş: 1 kuştî, 4 birîndar

Îsraîlê ragihand ku li Heyfayê êriş li dijî navendeke bazirganiyê hat kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li Îsraîlê li dijî navendeke bazirganiyê êriş: 1 kuştî, 4 birîndar
3 adar, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê da zanîn ku îro li bajarê Heyfayê êriş li dijî navenda bazirganiyê ya Lev Hamratz hatiye kirin. Hate diyarkirin ku di êrişê de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Saziya Tenduristiyê ya Îsraîlê (Magen David Adom) der barê mijarê de agahî li ser X’ê weşandin û diyar kir ku êriş bi kêran hatiye kirin û di encamê de kesekî 70 salî hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê jî diyar kir ku êrişkar hatiye kuştin û ji bo rêgirtina li ber xetereyeke din cihê êrişê hatiye girtin.

(bb)