Planên PDK’ê yên li dijî civaka êzidî

Şengaliyên ku hîna birînên wan ên ji ber fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nekewiyane, bi plan û komployên qirkirinê re rû bi rû ne. Herî dawî bi rêya porovokasyonan hewl didin nakokiyan di navbera şengaliyan de derxin da ku planên xwe li Şengalê pêk bînin.

Planên PDK’ê yên li dijî civaka êzidî
16 tebax, 2024   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN
SÎPAN SILO

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişeke qirkirinê li ser civaka êzidî ya Şengalê pêk anî. Hêzên PDK’ê ku qaşo parastina Şengalê dikir, di dema êrişan de reviyan û civaka êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hişt. Di encama komkujiyê de ku wek fermaneke din a li ser civaka êzidî hatiye binavkirin, bi hezaran êzidî bûn qurbanî, zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.

DI MEHEKÊ DE 2 KOMKUJÎ

Beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, êriş û komkujî li ser civaka êzidî ya Şengalê hatin kirin lê dîsa jî hêzên PDK’ê erkên xwe bi cih nenanîn. Di 14`ê Tebaxa 2007`an de, 3 kamyonên bi navê alîkariyên mirovî derbasî gundên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê bûn. Lê derket holê ku kamyon di bendên hêzên PDK’ê re bê kontrol derbas bûbûn, bi madeyên teqemeniyê û bombeyan barkirî û êriş pêk anîn. Ji ber êrişan nêzî 800 kes hatin kuştin û hezar û 500 kes birîndar bûn. Her wiha wêraniyeke mezin li mal û milkên her du gundan bûn.

Piştî vê komkujiyê jî komployên PDK’ê yên li ser Şengalê bi dawî nebûn.

ÎDIAYA DEREW A PDK’Ê

13’ê Mijdara 2015’an Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û gerîlayên HPG û YJA-Starê, Şengal bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Di roja rizgarkirinê de Mesûd Barzanî berê xwe da Şengalê û civîneke çapemeniyê li dar xist û got: "Ez li vir im da ku rizgarkirina Şengalê ragihînim". Mesûd Barzanî bi van gotinên xwe îdia kir ku hêzên PDK’ê Şengal rizgar kiriye. Ji vê dîrokê ve êriş û hewldanên hêzên PDK’ê yên ketina Şengalê bi dawî nebûne. Di encama van êrişan de gelek êzidî yan şehîd bûn an jî birîndar bûn.

ÊRIŞÊN PDK’Ê

3’yê Tebaxa 2017’an hêzên PDK’ê êrişî navçeya Xanesorê ya Şengalê kir. Di encamê de şervanekî YBŞ’ê, gerîlayek û endama Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TJAÊ) Nazê Naîf şehîd bûn. Nûçegihan Nûjiyan Erhan jî ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû, di 23’yê Adara 2017’an de şehîd bû.

Ji ber ku hêzên PDK’ê nekarîn planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê pêk bînin, dewleta Tirk vê carê mudaxele kir. 25’ê Nîsana 2017’an êrişa hewayî ya ewil li ser Xanesorê pêk anî. Ji vê dîrokê ve heta niha zêdetirî 30 êrişên hewayî li ser Şengalê kirine. Di heman demê de hewldanên PDK’ê yên ketina nava Şengalê bi dawî nebûn.

PEYMANA BEXDA Û HEWLÊRÊ

Di 9`ê Cotmeha 2020’î de anku di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de, desthilata PDK’ê ji bo birêvebirina Şengalê di aliyê ewlehî û rêveberiyê de bêyî ku nêrîna gelê êzidî bigire, peymanek bi hikumeta Iraqê re îmze kir.

Li gorî peymanê; hikumeta federal û ya herêma Başûrê Kurdistanê rêveberiyeke hevbeş li Şengalê ava dikin, jiholêrakirina hêzên asayîşa Êzîdxanê û bicihkirina 2 hezar û 500 endamên hêzên PDK’ê û polîsên federal li Şengalê.

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 23’ê Mijdara 2020’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de armancên vê lihevkirinê wiha rêz kirin: Têkbirina îradeya civaka êzidî û bidawîkirina hêzên parastina Êzîdxanê, girtina êzidiyên li dijî DAIŞ`ê şer kiriye, serdegirtina malan û desteserkirina çekên xweparastinê yên êzidiyan, kontrolkirina rêyên di navbera gund û bajaran de, danîna bendên kontrolê û astengkirina tevgera çûn û hatina şêniyan, girtina sînorê Şengalê û dorpêçkirina wê, anîna hêzên çekdar ên nenas li Şengalê, kesên ku destek daye êrişên DAIŞ’ê û bûne sedema revandin, firotin û qetilkirina êzidiyan, bînin Şengalê.

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêkanîna bendên peymanê wek fermaneke nû li dijî civaka êzidî bi nav kir û diyar kir ku civaka êzidî ya Şengalê bi navê qanûnê bi fermaneke nû re rû bi rû ye.

Civaka êzidî li hemberî êriş û planên li ser Şengalê her tim di nava berxwedanê de bû û plan pûç kirin.

Enqereyê jî ku destê wê di vê peymanê de hebû, hem bi rêya hedefkirina pêşengenên civaka êzidî ya Şengalê û hem jî bi rêya gefên xwe hewl da vê peymanê ferz bike. Piştî binkeftina siyasetên Bexda û Hewlêrê yên li ser Şengalê, Erdogan bi van gotinan gef li Şengalê xwar; "Dibe ku em ji nişka ve werin."

PIŞTÎ TÊKÇÛNA PEYMANÊ HEWLDANÊN JIHEVBIRINA CIVAKA ÊZIDÎ JI HUNDIR VE

Piştî têkbirina peymanê ji aliyê civaka êzidî ve, vê carê bi rêbazên derxistina fitneyan di navbera civaka êzidî ya Şengalê de û destwerdana li kar û barên olî hewl didan planên xwe pêk bînin.

PDK’ê di çarçoveya plana xwe ya nû de gelek caran xwest alîgirên xwe wek nûnerên êzidiyan erkdar bike bêyî ku li nêrîna civaka êzidî binêre.

PDK’ê wefata mîr Tehsîn Beg û Şêx Xertû Îsmaîl di sala 2020’î de ku wek “bavên ruhanî yên êzidiyan” bûn, fersend dît da ku li gorî kêfa xwe mîr û şêxên nû li şûna wan hilbijêre û di encamê de fitneyan û nakokiyan di navbera civaka êzidî de çêke.

LÎSTINA BI HILBIJARTINAN

Partiya Azadiya Demokrat a Êzidiyan (PADÊ) ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Iraqê ve fermiyeta xwe wergirtiye, wek nûnera civaka êzidî beşdarî hilbijartinênên parlamentoya Iraqê yên 10’ê Cotmeha 2021’ê bû. Di dema hilbijartinan de li gelek navendên dengdanê cîhazên elektronîk ên taybet bi kartan ji nişka ve sekinîn. Her wiha hejmareke mezin a êzidiyan navên xwe li navendên dengdanê nedît. Penaberên êzidî yên li kampan jî di bin zexta PDK’ê de bûn. Di encamê de namzetê PADÊ hejmareke têrker a dengdan bi dest nexist û dengdayîn di navbera 2 namzetên PDK’ê de mabû.

POROVKASYONÊN BI NAVÊ ÎSLAMÊ

Herî dawî di Tebaxa îsal de, PDK’ê gelek caran bi rêya hin alîgirên xwe yên ku îdia dikin ku oldarên misilman in, hewl da provokasyonên li dijî êzidiyên li Şengal û Başûrê Kurdistanê derxe.  

Piştî axaftina fermandarê "Pêşmergeyê Şengalê" provokasyonên li dijî êzidiyên li Başûrê Kurdistanê di medyaya dîjîtal de zêde bûn.

Lê ya ku li Başûr rû dide provokasyonên sîstematîk in ku desthilata PDK’ê li pey wê ye. Armanc ji van provokasyonan pirsgirêk û nakokiyan li Şengalê çêkin. Her wiha da ku PDK xwe li pêşberî êzidiyan bide nîşandan ku qaşo ew van provokasyonên li dijî êzidiyan qebûl nake.

Tiştên ku berpirsên PDK’ê bi rêya êzidiyên alîgirên xwe, oldarên misilman û mesîhî kirine, daxuyaniyên ku dane û civînên ku li dar xistine, îsbat dike ku ev hemû planek e û armanc ji vê planê ew e ku xwe wek parêzvanên mafên êzidiyan nîşan bidin.

Lê pêla vegera bi hezaran penberên Şengalê ji kampan ber bi warê xwe ve, bi taybetî piştî provokasyonan, rîska siyasetên PDK’ê yên li ser penaberên din ên li kampan mane, nîşan dide.

Ji mijarên ku me li jor gotine jî diyar dibe ku di serî de ji aliyê PDK’ê ve, planên qirkirinê yên li ser civaka êzidî dewam dikin.

(bb)

ANHA