`Kî şerê Rêveberiya Xweser bike ew dijminê gelê Sûriyeyê ye`

Muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî berjewendiya gelê Sûriyeyê ne û li gorî şertên normalîzekirina bi dewleta Tirk re ne. El Siwêd got kî şerê Rêveberiya Xweser bike, dijminê gelê Sûriyeyê ye.

`Kî şerê Rêveberiya Xweser bike ew dijminê gelê Sûriyeyê ye`
`Kî şerê Rêveberiya Xweser bike ew dijminê gelê Sûriyeyê ye`
16 tebax, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Hêzên hikumeta Şamê ev çend roj e gund û bajarokên li rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran dikin. Di encamê de 15 kes şehîd bûn û 25 birîndar bûn. Şêniyên herêmê ev êriş şermezar kirin.

Muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd têkildarî mijarê ji ajansa me re got: "Êrişên rejîma Sûriyeyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), berjewendiyên ne sûriyeyî ne û li dijî berjewendiya gelê Sûriyeyê ne."

El Siwêd wiha domand: "Êriş li gorî şertên normalîzekirinê pêk hatin. Rejîma Tirk ji bo temamkirina normalîzekirinê, şert daniye ku divê rejîma Sûriyeyê şerê QSD`ê bike. Lê ji bo rejîma Tirk şerê QSD`ê ne girîng e ya girîng bi hiceta QSD`ê herêmên Sûriyeyê dagir bike."

‘DILSOZIYEKE MEZIN BI QSD`Ê RE’

El Siwêd destnîşan kir ku ev êrişên terorîst hişt sûriyeyiyên li rojavayê Firatê, piştevaniya QSD û xelkê Cizîrê bikin û wiha pê de çû: "Nemaze ku propagandaya Tirkiyeyê ku QSD`ê parçebûnê dixwaze û alîgirên rejîma Sûriyeyê, bi giştî li herêmê tê redkirin. Ev di daxuyaniyên siyasî yên li dijî êrişên terorîst de diyar bû di serî de daxuyaniyên sersaxiyê yên ji bo şehîdên topbarana hovane."

Der barê xetereyên êriş û vê siyasetê de El Siwêd got: "Ev êriş, stratejiye rejîma El Esed di ji nû ve kontrolkirina axa Sûriyeyê de bi rêya kuştin û wêraniyê, disepîne. Rejîm çareseriyên aştiyane yên çareseriyê, biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi hejmar 2254 paşguh dike. Bi desteka dagirkeriya, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê êriş herêmê dike."

‘RÊVEBERIYA XWESER HEWL DA DIYALOGÊ BI HIKUMETA ŞAMÊ RE BIKE LÊ WÊ RED KIR’

El Siwêd îşaret bi pêwîstiya diyalogê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ki rû got: "Rejîm bi rêya dagirekriya Îran li ser pêyan maye. Dewleta Tirk jî, gotina diyalog, çareseriya aştiyane û tawîz ji ferhenga xwe sîl kiriye. Wekî ku ji destpêka serhildanê sala 2011`an ve şerê gelê Sûriyeyê kir û dest bi kuştina wî kir, niha jî kuştinê didomîne heta hilweşe yan jî kesek nemîne ji bo ku bikuje."

El Siwêd destnîşan kir ku derxistina tevliheviyê û şer, ji bilî wêraniyê û qurbaniyan tiştekî bi xwe re nayne.

‘KÎ ŞERÊ RÊVEBERIYA XWESER BIKE EW DIJMINÊ GELÊ SÛRIYEYÊ YE’

El Siwêd bang li sûriyeyiyan kir û got: "Yê şerê projeya Rêveberiya Xweser bike, ew dijminê gelê Sûriyeyê ye. Tirkiye dewleteke dagirker e. Axa Sûriyeyê dagir kiriye. Rayedarên wê aşkera dibêjin ku dixwazin têkiliyên dîplomatîk bi rejîmê re vegerînin ku sûriyeyî kuştin, welat wêran kir, nîvê welatiyan koçber kirin. Îran jî piştgiriya Beşar El Esed dike. Ne ji Îranê bûya, El Esed ji zû de dê biketa. Vîna Iraqê ne di destê wê de ye û Îran fişarê lê dike. Ji bo ku hewldanên Tirkiye û Îranê di tunekirina tecrubeya Rêveberiya Xweser de pêk werin."

Li gorî El Siwêd divê Rêveberiya Xweser eniya xwe ya nîştimanî ya hundirîn bi tevlêbûna hêzên din li hember hikumeta Şamê xurttir bike.

Di dawiyê de El Siwêd got: "Derfet heye ku Rêveberiya Xweser eniya nîştimanî hemêz bike, ji bo ku tevgera aştiyane bi rêve bibe, biryarên NY yên têkildarî çareserkirina aloziyê, pêk werin. Jilewra divê Rêveberiya Xweser bi vê erkê rabe, ji ber ku aliyê sûriyeyî yê herî birêxistinkirî, bihêz û ewle ye. xwedî modela ji nû ve sazkirina rêveberiya Sûriyeyê ye. Heke rêveberî, bi vê rola pêşeng ranebe, mixabin ew ê weke kesek li benda biryara dijmin be."

(şx)

ANHA