PJAK’ê piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan got: “Banga Rêber Apo ji bo guhertinên bingehîn a têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurde û em piştgiriya xwe ji vê banga Rêber Apo re radigihînin."

PJAK’ê piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan
2 adar, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye;

 “Roja 27’ê Sibatê banga dîrokî ya Rêber Apo hat belavkirin, banga Rêber Apo bi awayek taybet îşaret bi çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya aştiyê, avakirina civaka demokratîk û guhertinên bingehîn a di tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de kiriye.

Li Rojhilata Navîn guhertin bi awayek berfireh û bilez çêdibin. Êdî herêm nikare xwe li beramberî van pirsgirêk û qeyranan bigre ku ew jî ji encama siyaseta otorîter a dewlet-netewane. Hişmendiya netewperestî hem wek çavkaniya derketina van pirsgirêkên dijwar û zehmet ên herêmê ye, hem jî wek astengiya herî mezin a li pêş çareseriya van pirsgirêkane.

Di vê rewşê de bi taybetî pirsgirêka Kurd ku ji ber wek mijarek ewlehiyê lê hatiye temaşekirin û xwestine bi rêya zext û hêza leşkerî ku ev jî ji zihniyeta dewlet-neteweyê tê, wek birînek kûr û girêyek kor lê hatiye. Ev jî nêzîkatiyên rejîmên desthilat ên Rojhilata Navîn a di çareserkirina pirsgirêkan de nîşan dide. Banga Rêber Apo însiyatîf wergirtineke ji bo derbasbûna ji van qeyranan û derfeteke dîrokî ye ji bo dewleta Tirk û dewletên din ên herêmî daku pêngavên çareseriyê ji bo demokrasiyê bavêjin.

Bê guman serkeftina vê pêngava aştiyê ya Rêber Apo, bi azadiya wî ya fîzîkî û hemû girtiyên din ên siyasî, bidawîkirina şer ji aliyê dewleta Tirk ve û avakirina zemîneke siyasî, hiqûqî û demokratîk ve girêdayî ye.

Rêber Apo di banga xwe ya dîrokî de balkişandiye ser wê yekê ku tevgera azadîxwaz li Kurdistanê tevî gelek fedekariyên mezin kiriye, lê ji ber astengî û zihniyeta ku fikra cîhana du cemserî, nekarî bi temamî ji vê pirsgirêkê re bibe bersiv.

Nîv sedsal bi têkoşînek bê rawestan Partiya Karkerên Kurdistanê neteweya Kurd ji metirsiya tinekirina etnîkî parast û wê siyaseta ku li ser bingehê înkara gelê Kurd dihat meşandin vale derxist. Neteweya Kurd niha qonaxa ‘vejînê’ û mijara hebûn wek netewe bi serkeftî derbas kiriye, gihiştiye qonaxa xwebûn, xwerêvebirin û pêşengtiya ji demokrasiyê re. Bê guman serxisitna vê qonaxê pêwîstî bi nêzîkatî û tedbîrên nû yên berdewamkirina têkoşînê heye.

Rêber Apo di salên 90’î de û piştre jî di nava 26 salên girtîgeha Îmraliyê de têkoşînek berfireh Ji bo guhertina zîhniyet û paradîgmaya têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê meşand.

Paradîgmaya nû ya têkoşînê li ser bingehê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêşkêş kir ku rênîşana têkoşîna me ye. Banga dawî ya Rêber Apo gelek mijarên serekî, balkêş û jiyanî digre nava xwe. Me jî wek partiyek ku felsefe û paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo, ji bo gihiştina armancên xwe xistiye bingehê têkoşînê, em ê bi hemû awayî piştgiriyê bidin vê vê banga Rêber Apo da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyê çareser bibe."