CPT: Dewleta Tirk 8 caran êrişî herêma Kurdistanê kiriye

Endamê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT’ê ya Amerîkî Kameran Osman ragihand piştî banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, dewleta Tirk 8 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

CPT: Dewleta Tirk 8 caran êrişî herêma Kurdistanê kiriye
2 adar, 2025   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê duh agirbest ragihand û îro jî Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bang ji bo hemû hêzên wan derbasdar e, lê êrişên dewleta Tirk dewam dikin.

Endamê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT’ê ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku di saetên direngiya şevê de 01:40’an de, artêşa Tirk bi helîkopteran êrişê çiyayê Linkî ya ser bi Dêrelok ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê kirine. Osman da zanîn ku di çarçoveya parastina rewa de, gerîlayan jî bersiva êrişan daye.

Kameran Osman di dewamê de got ku tiştek bi welatiyan nehatiye, lê ji ber ku êriş nêzî Dêrelokê çêbûye, xelkê sînor tirsiyaye.

Kameran Osman da zanîn ku piştî banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de, ev cara heştemîn e, dewleta Tirk Herêma Kurdistanê bombebaran dike.