Rewşa dawî ya Ceremana

Li Ceremana ya gundewarê Şamê piştî şerê duh û îro bêdengî serwer bûye.

Rewşa dawî ya Ceremana
2 adar, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû ku di navbera xelkê bajarê Ceremana û endamên Ewlekariya Hundirînê ya desthilata Şamê de pevçûn çêbûn. SOHR’ê da zanîn ku di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û 9 kes jî birîdnar bûn.

Li gorî SOHR’ê, şer piştî kuştina endamekî û revandina endamekî din ê Ewlehiya Giştî derketibû.

Îro jî li Qada Siyûf şer derket. Di encamê de çekdarek birîndar bû.

Piştre li ser banga rûspiyên bajar lihevkirinek li ser vekişandina çekdarên xwecih çêbû. Bi lihevkirinê re bêdengî serwer e.

(bb)