PJAK’ê êrişa Îranê ya li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê êrişa rejîma Îranê ya li ser Komeleya Zehmetkêşan bi tundî şermezar kir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

PJAK’ê êrişa Îranê ya li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir
17 tîrmeh, 2026   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îran daxuyaniyek belav kir. PJAK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan bi tundî şermezar kir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest. 

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di êrişa mûşekî ya hovane ya vê sibehê (17’ê Tîrmeha 2026’an) ji aliyê dewleta Îranê ve li ser kampên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li nêzî Zirgiwêze hatî pêkanîn, bû sedema şehîdbûna 9 pêşmergeyên Komeleyê. Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di heman demê de ku vê êrişa terorîstî bi tundî şermezar dike, sersaxiyê dide malbatên serbilind ên wan 9 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê.

Ev çalakiya terorîstî ku berdewamiya siyaseta qirkirina gelê Kurde, nîşaneya tirsa kûr a rejîmê ya li hember vîna azadîxwaziyê ye. Xwîna wan 9 pêşmergeyên ku di vê êrişa hovane de jiyana xwe feda kirin, careke din girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî siyasetên dîktatorî û terorîstî yên rejîma Komara Îslamî nîşan dide.

Li gel hevxemiya me ya kûr ji bo vê karesatê, em radigihînin ku riya azadiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan geştir dibe û xebata rewa ya gelê me heta serkeftina teqez dê berdewam bike.”