Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin

Piştî çand salên hişkayî û ziwahiyê, îsal şêniyên devera Aliyan a Çilaxayê dîsa vegeriyan çandina sebze û fêkiyên havînê wekî zebeş, gundor, tirozî û fincikan.

Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
Piştî salên hişkesaliyê li devera Aliyan sebzeyên bejî têne çandin
17 gulan, 2026   05:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di çend salên dawiyê de ji ber barana kêm, li herêma Cizîrê axa çandiniyê zuha bû, bi taybet di demsala havînê de, lewma çandina fêkî û sebzeyên havînê yên bejî kêm bû. Lê îsal bareneke zêde bariya, li gelek deveran kanî û çavî teqîn.

Li gundên devera Aliyan a Çilaxayê, cotkar van çaxê salê fêkî û sebzeyên havînê yên bejî wekî zebeş, gundor, tirozî û fincikan diçînin. Berhemên zeviyên herêmê bo çand mehan têra xelkên herêmê dikir.

Lê ji ber barana kêm di çend salên dawiyê de, axa zeviyan ziwa bû û nema bi kêrî çandina bejî ya havînê dihat, lewma çandina wan kêm bû. Lê barana zêde ku îsal li herêmê bariya, hişt ku cotkar dîsa berê xwe bidin berhemên havînê yên bejî.

Cotkarê bi navê Osman Hacî diyar kir ku piştî navbereke çend salan ji ber hişkesaliyê îsal vegeriya çandina zebeşên bejî. Hacî got zêdebûna rewa û şilbûna axê hişt ku ew dîsa axa xwe ya şovkirî biçîne. Hacî diyar ku di hişkesaliyê de piştî ku dev ji çandina wan berda, ew neçar ma ku zebeşan ji bazaran bikire.

Hacî diyar kir ku tevî zehmetiyên çandina havînê û westanê jî, lê berhemên zeviyên bejî yên herêmê ji yên li bazaran xweşitir û baştir in û ji hêla xelkê herêmê ve xweştir tên kirîn.

ANHA