‘Tirkiye gavên şênber naavêjê’

Hevserokê Ofîsa PYD`ê ya bajarê Hesekê got dewleta Tirk pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmî paşguh dike û di bin zexta herêmî û navneteweyî de pêvajoya aştiyê qebûl kir.

‘Tirkiye gavên şênber naavêjê’
17 gulan, 2026   06:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Hevserokê Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê bajarê Hesekê Ferhad Dawûd li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. 

Ferhan Dawûd Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û wiha axivî: "Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan dest bi pêvajoya aştiyê kir, Tevgera Azadiyê berpirsyar nêzî vê pêvajoyê bû û gelek gav avêtin. Li beramberî vê yekê heyanî niha Tirkiyê tu gav ne avêtiiye. Tevgera Azadiya stratejîk nêzî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibe ji bo pirsgirêka kurd çareserî dibîne. Dewleta Tirk stratejîk nêz nabe û tektîkê lê dinêre. Tirkiyê her tim dixwest gelê Kurd qir bike û rejîmeke şovenîst ava bike."

Dawûd anî ziman ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd dê bandorê li aramiya Tirkiyeyê û tevahiya herêmê bike û wiha got: "Heke pirsgirêka Kurd çareser nebe dê bandorê li ser Tirkiyê û tevahiya herêmê bike. Tirkiyê di encama guhertinên navneteweyî û herêmî li Rojhilata Navîn pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk qebûl kir. Ji ber vê yekê gavên şênber ne avêtine. Dewleta Tirk destwerdana dosyayên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyeyê dike. Heke Tirkiyê destwerdana Sûriyeyê nekiriba dê rewşa Sûriyeyê cudatir bûye."

Hevserokê Ofîsa PYD`ê ya bajarê Hesekê Ferhad Dawûd wiha lê zêde kir: "Heke dewleta Tirk ji bo pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmê gav neavêjê dibe ku bi felaketeke mezin re rû bi rû bimîne. Heke xwe neguherînê dê neyînî bandor li ser siberoja wê bike."

(np)

ANHA