Jinên Çilaxayê: Yekitiya Kurdan ji bo parastina maf û deskeftiyan gelekî girîng e

Jinên ji Çilaxayê anîn ziman ku yekitiya Kurdan di vê pêvajoyê de gelekî girîng e, bi yekitiyê re berjewendiyên gelê Kurd û deskeftiyên wan werin parastin û garantiya hiqûqî û siyasî were dayîn. Yekitiya neteweyî berpirsyariyeke komî ye ji hemû civaka Kurd û hêzên siyasî tê xwestin.

Jinên Çilaxayê: Yekitiya Kurdan ji bo parastina maf û deskeftiyan gelekî girîng e
17 gulan, 2026   04:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di çarçoveya pêşveçûnên siyasî yên li herêmê de jinên ji Çilaxayê girîngiya yekitiya Kurdan û derbaskirina nakokiyên partiyan nirxandin û diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd, yekhelwestiya gelê Kurd girîng e. 

Selamat Remo got: "Gelê Kurd di dîrokê de li hemberî polîtîka înkar û qirkirine têkoşîn kir. Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, di encama polîtîkayên dewletan de gelê Kurd ji hevdû parçe bû. Dibe ku parçebuyîna hundirîn çêbûbe lê belê gelê Kurd hebûna xwe û deskeftiyên xwe parastin. Têkoşîn kirin û li ber xwe dan. Di vê pêvajoyê de divê parçebûyîna hundirîn a gelê Kurd çareser bibe û yekitiya Kurdî xurtir bibe. Bi yekitiyê neteweyî re garantiya parastina hebûn û berjwendiyên gelê Kurd were dayîn. Divê partî û hêzên Kurdî nakokiyên xwe yên partiyan derbas bikin. Bi ruhê niştîmanî ji bo berjewendiyên giştî bixebitin. Eger hêzên Kurd hevbeş bixebitin dê bandoreke erînî li ser gelê Kurd bike. Gelê Kurd ji ber nakokiyên siyasî bêzar bû. Berpirsyartiya yekitiya Kurdî ne tenê ji partiyên siyasî tê xwestin, giştî civak berpirsyar e. Ji bo yekitiyê divê civak zextê li hêz û partiyên Kurdî bike, kî yekitiyê qebûl nake, nikare nûnertiya gelê Kurd bike."

Robîn Yûsiv jî got: "Yekitiya Kurdî çavkaniya hêza gelê Kurde da ku li hemberî êrîşên li ser doza Kurd rawestin. Ez bang li Civaka Sivîl û hêzên civakî dikim ku zextê li partî û hêzên siyasî yên Kurd bikin da ku nakokiyên xwe yên partîzanî derbas bikin û yekitiya xwe çêkin.

Li hemû parçeyên Kurdistanê bi hezaran şehîdan canê xwe ji bo doza Kurdî feda kirin û gelê Kurd gihaşte deskeftiyan. Eger hemû aliyên Kurd lihevdû kirin dê garantiya mafên gelê Kurd were dayîn. Ji bo siberoja gelê Kurd li herêmê were parastin divê civak û hêzên siyasî berpirsyar nêz bibin."

Hemîda Merî got: “Gelê Kurd bi yekitiyê dê qanûnî mafên xwe misoger bike. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd dixwaze ku di destûrê Sûriyeyê de wan nas bikin û bighîjin mafên xwe. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd ê Rojava hesase, ew dikarin di vê pêvajoyê de bighîjin deskeftiyên siyasî. Ji ber vê yekê divê nakokiyên partîzane bidin aliyekî û yekitiya Kurdî çêbibe. Tenê dijminên Kurdan sûd ji nakokiyên navbera partiyên Kurd werdigrin. Civaka Kurd divê zextê li hêzên siyasî û partiyan bikin da ku yekitiya neteweyî çêbibe. Parastina hebûn û deskeftiyên gelê Kurd berpirsyartiyeke ji gel û hêzên siyasî yên Kurdistanê tê xwestin."

(np)

ANHA