Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe

Ji ber xirabûna binesaziyê li kantona Cizîrê, krîza elektrîkê dijwar bûye. Bi zêdebûna germahiyê re zehmetiyên welatiyan jî zêdetir bûne. Tevî biryarên şaredariyê yên xebitandina jeneretoran a 16 saetan, xwediyên jeneretoran pabendî biryarê nabin, ev jî êş û zehmetiyan girantir dike.

Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
Bi germahiya zêde re krîza elektrîkê kûr dibe
29 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO

Ji 2 salan ve elektrîk bi temamî ji ser bajarê Qamişlo û gundên wê hatiye qutkirin. Bi hatina pêla dijwar a germa havînê re zehmetiyên welatiyan zêdetir bûne. Yek ji sedemên sereke yên vê krîzê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê ne. Li aliyê din jî qutkirina ava Çemê Firatê xebitandina bendavan daxistiye asta herî kêm. 

Di encamê de her du santralên veguhastina eletrîkê yên Qamişloyê ji xizmetê derketine. Lewma welatî neçar bûne giraniya barê xwe yê elektrîkê bidin ser sîstema embêran a ji jeneratoran digirin.

Ev sîstem û tevî pêwistiya wê, barê welatiyan girantir dike. Li aliyê din jî xirabûna jeneratoran welatiyan gelek caran ji elektrîkê mehrûm dike.

Di rojên dawîn de pileyên germê pir zêde bûne, derketine 45 dereceyan û zêdetir. Di vê rewşê de tunebûna elektrîkê metirsiyan li ser tenduristiya welatiyan zêdetir dike.

PABENDÎ BIRYARA ŞAREDARIYÊ NABIN

Şaredariya Gel a Qamişloyê demek berê biryarek derxistibû. Li gorî wê xwediyên jeneratoran mecûrî sîstema rojane ya 16 demjimêr xebitandinê dike. Ji bo 16 saetan xebitandin, mazot tê dayîn. Tevî şaredariyê tekez kir ku komîteyên wan ên taybet dê jeneratoran bişopînin, xwediyên jeneratoran pabendî biryara şaredariyê nabin. Li gorî welatî dibêjin, li piraniya taxan xwediyên jeneratoran li gorî xwe tev digerin. Di heman demê de tu komîteyên taybet saetên xebitandina jeneratoran naşopînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Erfan ê ji taxa Hilêliyê ya Qamişloyê xwediyê jeneratorekê ye, dibêje di rojên dawîn de cureya xirab a mazotê xirabûna jeneratora wan zêde dike. Ji lew re neçar in di dema germahiya zêde de, jeneratoran vemirînin.

Hevşaredarê Qamişloyê Xalid Cuma, li ser mijarê got ew nikarin xwediyên jeneratoran ên bi sîstema 8 saetan dixebitîn, mecbûrî sîstema 16 saetan bikin û got: “Jeneratorên wan xebitandina 16 saetan ranakin. Em mazotê ji bo 16 saetan didin xwediyên jeneratoran ên daxwaznameyê pêşkêşî meclis û komînan dikin.”

Di rewşa heyî de welatiyên bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin gilî û gazinan dikin. Lê her derfet sînordar in, pêwîstiya pirsgirkê bi çareseriyeke mayînde heye.

(dc)

ANHA