Oldar: Tu têkiliya kîndariyê bi olan re tune ye

Oldar: Tu têkiliya kîndariyê bi olan re tune ye Oldarên Hesekê bal kişand ser jiyana hevbeş û biratiya gelan di avakirina welatekî de ku hemû pêkhateyan hembêz dike. Oldaran destnîşan kir ku gotinên kînê û tundiyê têkiliya xwe bi olan re tune ye.

Oldar: Tu têkiliya kîndariyê bi olan re tune ye
29 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di demên dawîn de li ser medyaa dijîtal xîtaba kînê û tundiyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê zêde bûye. Ev yek jî herî zêde ji aliyê kesên îdia dikin ew çalakvan û xebatkarên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta veguhêz in, tê kirin.

Oldarên Hesekê li ser vê mijarê axivîn. Oldaran tekez kir ku hemû ol jiyana hevbeş teşwîq dikin.

‘SÛRIYEYA YEKRENG NE MIMKUN E’

Der barê mijarê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Elî ji ajansa me re axivî. Elî destnîşan kir ku Sûriye welatekî pirreng e û got: “Jiyana xwişk û biratiyê welatê me çi qas xweşik kiriye. Destek bi tena xwe çepikan lê nade. Divê hemû pêkhate destê xwe bidin hev. Xîtaba kînê ji tevlihevî, wêranî û kuştina mirovan pê ve tiştekî nayne. Sûriye ne guncaw e ku bi yek rengî bi rê ve biçe.”

Mihemed Elî wiha pê de çû: “Heke em dikarin axaftina xêrê bi lêv bikin, em bikin. Na heke axaftina me dê bi zirar be, tevliheviyê çêke û bibe sedema kuştina mirovan, bêdengî baştir e. Kesên ji ber axaftinên wan kes werin koçberkirin an kuştin, dê li ber Xweda hesab bidin.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Peyama min ji her kesî re ye. Em tev li Sûriyeyê dijîn. Pirrengiya me tişta herî bedew û xweşik e. Em ji hev hez bikin û wiha bi hev re bijîn. Ka em tev vegerin Belgeya Medîneyê ya di dema pêxember de ji hemû olan re bû nimûneya jiyana hevbeş. Va ye îro li Sûriyeyê heman tişt heye. Ka werin em jiyana xwe li gorî wê belgeyê bi rê ve bibin.”

‘ÎSLAM NÎJADPERESTIYÊ RED DIKE’

Melayê Mizgefta Mezin a Hesekê Ehmed El Elî jî der barê mijarê de nêrînên xwe parve kirin û bi bîr xist ku ola îslamê li dijî xîtaba kîn û nefretê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ola me hemû rengên kînê red dike. Pêxemberê me, em fêrî qebûlkirina lêborînê kirine. Bi tu awayî em fêrî nîjadperestî û cudakariyê nekirine.”

El Elî di dirêjiya axaftina xwe de hewldanên tevliheviyê bi bîr xistin û ev tişt anî ziman: “Tevlihevî mirovan li ber xwe dibe. Nema kesî qebûl dikin, kesên din wekî gawir pênase dikin. Bi axaftinên xwe kesan teşwîqî kuştina mirovan dikin.”

Ehmed El Elî di dawiyê de wiha bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir: “Werin em vegerin koka rast a îslamê. Werin em ji hev hez bikin. Tu cudahî di navbera Ereb û Eceman de tune ye. Ne jî di navbera reş û spiyan de. Yezdan em pirreng afirandine, ziman û zaravayên me pir kirine. Ev hêza Yezdayê dilovan nîşan dide. Li gel Xweda rûxandina Kabeya Şerîf ji rijandina xwîna mirovan hêsantir e.”

(dc)

ANHA