Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî

Dezgeha Avê ya Tebqayê piştî daketina rêjeya ava çemê Firatê û zêdebûna xerckirina avê di demsala havînê de, dest bi pêkanîna gelek projeyên avakirina stasyonên ava vexwarinê kir.

Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
Piştî kêmbûna ava Firatê hin çareserî
9 gulan, 2025   08:05
TEBQA

Dezgeha Avê ya Tebqayê beriya demsala havînê lezê dide pêkanîna projeyên xwe, ji ber ku xerckirina avê zêde dibe û ava çemê Firatê kêm dibe.

Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî daketina rêjeya ava gola Bendava Firatê bi qasî 6 metreyan, di daxuyaniyekê de hişyarî da ku aloziya ava çemê Firatê her ku diçe girantir dibe û ji bo kêmkirina bandora vê aloziyê, hin çareserî pêşniyar kirin.

Projeyên ku ji aliyê Dezgeha Avê ya Tebqayê ya girêdayî Yekitiya Şaredariyan ve hatine destpêkirin, projeya danîna pompeyên nû, sererastkirin û guhertina pompeyên kevn û pêkanîna hin xebatên awarte ji bo çareserkirina kêmbûna avê ya di Gola Bendava Firatê de.

Serokê Dezgeha Avê ya Tebqayê Musenna El Denden diyar kir ku projeyên ku niha di nava bajarê Tebqayê de têne bicihanîn, projeya danîna pompeyeke li depoya başûr ji bo gihandina avê bo taxên Îskenderiye, El Zuweyqat û Mefraqê. Her wiha dê pompeke din bi heman kapasîteyê li stasyona Ayed were danîn û dê xeteke sereke ya avê were danîn ji bo zêdekirina avê li stasyonên Ayid û Mefraq.

Li ser xeta rojava, Dezeha Avê 2 pompên li devera Albu Asi biguhere û yên mezintir deyne.

Li gorî Mohammed El Ayid, teknîsyenekî li Dezgeha Avê ya Tebqayê, lûleyên avê yên pompeyan nema dixebitin, ji ber daketina asta avê. Ev yek bû sedem ku hin pompe bên girtin û ava li nava bajarê Tebqayê kêm bibe.

El Ayid da zanîn ku ew niha jib o çareseriyê xendekan dikolin ji bo avê bigihînin nêzî lûleyan.

Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30’ê Nîsanê de daxuyaniyek da û tê de hişyarî da û got eger av bi heman lezê kêm bibe, Bendava Firatê dê di kêmî mehekê de ji xizmetê derkeve.

(k)