QSD: Êrişeke din a DAIŞ'ê li Dêrazorê hat têkbirin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku şervanên QSD’ê êrişeke din a şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî nuqteyeke leşkerî ya hêzên wan li gundewarê kantona Dêrazorê têk bir. Di encamê de çeteyek birîndar bû û yên din reviyan.

QSD: Êrişeke din a DAIŞ'ê li Dêrazorê hat têkbirin
8 gulan, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan êrişeke din a şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê têk bir.

QSD'ê diyar kir ku çeteyan hewl da li dijî nuqteyeke wan a leşkerî ya herêma Hewayic Zîban a rojhilatê Dêrazorê êrişekî pêk bînin. Lê hişyariya şervanên QSD'ê û tedbîrên wan, ew hewldan têk bir.

QSD'ê diyar kir ku çeteyan bi matorsiklêtê gule li nuqteya leşkerî barandin, lê hêzên wan bersiv da. Di encamê de çeteyek birîndar bû, yên din revîn û tu zirar negihîşt şervanên QSD'ê.

Li gorî navendê, QSD'ê soza domandina têkoşînê li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê, bidawîkirina metirsiya wan û parastina ewlehî û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare kir

Ev êrişa 2'yemîn e ku li heman bajarokî tê pêkanîn. Îro danê nîvro jî şaneyan gule li rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin barandin û reviyan.

(mh/fr)