Piştî dahatên petrolê rawestiyan vê carê bac li bazirganan dibirin

Hate ragihandin ku kurê mezin ê Mesrûr Barzanî Arîn Barzanî 5 milyon dolar ji xwediyê Majidi Mall a li Hewlêrê wek bac biriye.

Piştî dahatên petrolê rawestiyan vê carê bac li bazirganan dibirin
8 ÇILE 2024   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku dr. Kemal Seyîd Qadir di rûpela xwe ya facebookê de ragihandiye ku kurê mezin ê Mesrur Barzanî Arîn Barzanî 5 milyon dolar ji xwediyê Majidi Mall li Hewlêrê werdigire.

Her wiha di nivîsê de hatiye destnîşankirin ku malbata Barzanî piştî windakirina dahatên neftê bi zorê pere ji bazirganan digirin. Yek ji wan kesên ku di rojên dawî de hatine qewirandin Hacî Ehmedê, xwediyê Majidi Mall e.

Dr. Kemal di nivîsa xwe de ragihand ku Arîn Barzan hinekan şandiye cem û zor lê kiriye ku 5 milyon dolar bixe li ser hesabeke bankê li Hewlêrê, piştre ew pere li ser hesabeke derve ya Arîn Barzan rêkirine û piştre bi rêya Qeterê vegerandine Londonê.

Herî dawî da zanîn ku Hacî Ehmed newêre baxive, ji ber ku wan xwediyê gundê Libnanî  ku pere nedaye, kuştin.