’Planên neviyên Osmaniyan wê neghêjin serî’

Şêniyên deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de destnîşan kirin ku siyasetên guhartina demografiya herêmên wan û koçberkirina şêniyan didomin û gotin: "Yên ku projeya Osmanî berî 400 sal têk bir dê îro neviyên wan serkeftinên mezin pêk bînin û projeya neviyên Osmaniyan têk bibin."

’Planên neviyên Osmaniyan wê neghêjin serî’
9 ÇILE, 2024   04:42
MINBIC
 MIHEMED EL ŞÊX

Koçberên Efrîna dagirkirî diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên deverên dagirkirî yên Sûriyeyê wek kuştin, revandin, koçberkirin û birîna daran bi awayên dermirovî û bi armanca pêkanîna plana Osmanî didomin.

"DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ JÎNGEHÊ SÛCAN PÊK TÎNE"

Koçbera bi navê Viyan El Ehmed a ji Efrîna dagirkirî ku niha li Minbicê ye ji ajansa me re got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên herî qirêj li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn, wan darên zeytûnê hilkirin û firotin û şênî bi darê zorê koçber kirin da ku demografiya herêmê biguherînin û li dijî jîngehê sûcan pêk tînin."

Viyan El Ehmed wiha zêde kir: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên herî qirêj li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn, darên zeytûnê hilkirin û firotin, şênî bi darê zorê koçber kirin da ku demografiya herêmê biguherînin û li dijî jîngehê sûcan pêk tînin."

Viyan El Ehmed wiha zêde kir: "Li Efrînê gelek welatî hatin revandin û heta niha tu agahî ji wan tune ne, gel di rewşeke tirsê de dijî û ewlehî û aramiya wir tune ne. Ev xaka me ye, her çiqas dagirkeriya Tirk me hedef bigire dîsa jî em ê heta rizgarkirina bajarê xwe têkoşîna xwe bidomînin."

"EM Ê HETA RIZGARKIRINA XAKA XWE LI HEMBER DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN"

Netelî Yûsif jî wiha axivî: "Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî berdewamiya kiryarên bav û kalên wan ên berî 400 sal in. Lê tiştê ku bav û kalên wan nikarîbûn pêk bînin, ew nikarin niha pêk bînin; ji ber ku em xwedî xak û doz in û em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe xaka xww rizgar bikin."

"AZADIYA JINAN LI DEVERÊN DAGIRKIRÎ TUNE YE"

Her wiha, koçbera bi navê Cîhan Elo diyar kir ku şênî li deverên dagirkirî nikarin piştî ku roj diçe ava ji malê derkevin, ew jî ji ber tirsa tecawizkirina ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk e û got: "Dagirkeriya Tirk şêniyên resen koçber dike da ku demografiya herêmê biguherîne û armancên Osmaniyan pêk bîne, lê yên ku wê demê nikarîbûn armancên xwe pêk bînin, îro jî nikarin, ji ber ku em bi xaka xwe ve girêdayî ne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

"ME DAIŞ TÊK BIR EM Ê DAGIRKERIYÊ JÎ TÊK BIBIN"

Ebdulhenan El Hisên got: "Zilma dewleta Tirk a dagirker gihîşt astekê ku êdî cilûbergên folklorî li deverên dagirkirî qedexe kiriye, heta navên kolan, rê û dibistanên Efrînê bi navên li gor fikrê xwe yê dagirkeriyê guhartin, her wiha li deverên din ên dagirkirî hewl dide çanda pêkhateyan tune bike û ev jî guhartina demografî û fikrîya herî mezin di serdema nû de ye."

El Hisên diyar kir ku deverên dagirkirî bûne wargeha çeteyên Sûriyeyî û yên biyanî û şêniyên wan deveran di girtîgehan de ne û di nav kuştin û revandinê de dijîn, beşek mezin ji wan ku çeteyan dest danîne ser malên wan, di konekî li nêzî mala xwe de dijîn da ku dev ji xaka xwe bernadin.

Di dawiya axaftina xwe de El Hisên got: "Me 400 sal li hember Osmaniyan li ber xwe da û îro dîrok xwe dubare dike û em ê heta têkbirina dagirkeriyê tam wek ku bav û kalên me kiribûn, têkoşîne xwe bidomînin."

(mh)

ANHA