ICAD banga serbestberdana Silêman Ehmed kir

ICAD`ê bang kir ku demildest Silêman Ehmed serbest were berdan ku zêdetirî 2 meh in ji aliyê PDK`ê ve hatiye girtin û tu agahî der barê de nayên girtin.

ICAD banga serbestberdana Silêman Ehmed kir
8 ÇILE 2024   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya ICAD’ê ya Navneteweyî derbarê rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Weke tê zanîn ku rojnamevan Silêman Ehmed di 25’ê Cotmeha 2023’yan de li deriyê sînor yê Sêmalka yê Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin. Lê ji wê demê heta niha agahî ji Silêman Ehmed nehatiye.”

ICAD’ê ev tişt ev agahî parve kir: “Silêman Ehmed Edîtorê Servîsa Erebî ya Rojnewsê bû. Di 1’ê Cotmehê de çûbû serdana malbata xwe ya li Helebê û di 25’ê Cotmehê de dema jiê Rojava vedigeriya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr (Sêmalka) hate binçavkirin.

Daxuyaniyê bi van daxuyaniyan dewam kir:

Piştî 6 roj jli ser revandina Silêman Ehmed derbas bû, Rêveberiya Giştî ya Dihokê ya girêdayî PDK’ê daxuyaniyek da û ji raya giştî re eşkere kir ku Edîtorê Rojnameya Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed ne rojnameger e û gef li wî xwarine ku dê bê cezakirin. Ji ber vê yekê PDK a ku piştrast kir ku Silêman Ahmet ji aliyê wan ve hatiye revandin, nahêle Silêman Ehmed bi kesî re hevdîtinê bike û der barê wî de agahiyan nade.

2 meh û nîv in derbarê Silêman Ehmed agahî nedan parêzer, xizm û saziyên mafên mirovan û ev ji aliyê hiqûqî û hem jî ji aliyê siyasî ve sûc e. Em bang li rayedarên PDK’ê dikin ku di zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe berdin, tavilê parêzer û malbata Silêman Ehmed agahdar bikin û Silêman Ehmed tavilê serbest berdin.

Ji ewlekariya jiyana Silêman Ehmed Asayîşa Giştî ya Duhokê û hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar in.

Rejîmên faşîst, nîjadperest û totalîter ku serî li revandin dibinçavan de wendakirinan muxalîfan didin û ev sûcê mirovahiyê ye. Ji derveyî her cure pêkanînên demokratîk, bi temamî ne hiqûqî ye. Divê neyê jibîrkirin ku kesên sûcê mirovahiyê dikin, zû yan dereng wê hesab bidin.”