Piştî betalkirina serdana Reîsî ji bo Enqereyê gelo gengaziya kirîzeke nû heye?

Seroketiya Tirkiyeyê ragihand ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana xwe ya ji bo Enqereyê betal kir. Gelo sedemên rastîn ên betalkirina serdanê çi ne?

Piştî betalkirina serdana Reîsî ji bo Enqereyê gelo gengaziya kirîzeke nû heye?
5 kanûn 2023   05:47
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Sibeha sêşemê 28'ê Mijdarê seroketiya Tirkiyeyê ragihand ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Enqereyê nake û sedema wê jî aşkera nekir.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ev bûyer wek paşxistina dema serdanê ragihand, lê dema diyar nekir. Ajansa Nûçeyan a Îranê TESNÎM destnîşan kir ku serdana Îbrahîm Reîsî ji bo Tirkiyeyê hat paşxistin û tu agahiyên dîtir nedan.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di vê mehê de ragihandibû Reîsî dê serdana Enqereyê bike û dê li ser formeke hevbeş li hember şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de nîqaş bikin.

Erdogan dema ku ji lûtkeya herêmî ya Riyadê  vegeriya di 11'ê Mijdarê de ji rojnamevanan re got: "Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dê di 28'ê vê mehê de serdana me bike."

Çapemeniya Tirk bi awayekî mezin cih da serdanê, heta 27'ê Mijdara borî bûbû rojeva tevahî kanalên telefizyonê yên Tirkiyeyê. Ji ber vê jî gengaziya hebûna nakokiyan di navbera herdu dewletan de bi sedema rewşa Xezayê de, zêdetir bû.

KARÛBARÊN HEMAHENGÎ

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Mihemed Yusrî got,  tu pirsgirêkeke mezin di navbera Tirkiye û Îranê de çênebûye ku serdan hate betalkirin.

Yusrî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku beriya betalkirina serdanê bi çend saetan serokkomarê Îranê bi rêya telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Tirk re axivî bû û hûrgiliyên axaftinê li ser çapemeniyê hatin weşandin ku piranî li ser dozên herêmî û di serî de doza Filistînê bûn.

Yusrî diyar kir ku betalkirina serdanê ji ber hin mijarên biçûk û hemahengî bû û got: "Tu pirsgirêkên mezin di navbera herdu aliyan de tune ne nexasim ku helwesta wan li hember geşedanên li herêmê wek xwe ye û nehatiye guhartin."

Yusrî wiha domand: “Bawer nakim ku nakokî di navbera her du aiyan de têkildarî Xezayê hene û ji ber wê serdan hatiye betalkirin. Teqez ev teorî heye lê di rastiyê de tu delîl li ser tune ne. Îran di aloziyê navbera Îsraîl û Hemasê de şirîk e. Ev ne tiştek nû ye lê belê aşkera ye. Her kes wê dizanin. Hesabên Enqere jî cuda ne. Carekê dibîne ku ev şer, bandor li nêzîkatiya wê bi Til Evîvê re dike. Di heman demê de, têkiliyên wê yên taybet bi tevgera Hemasê û doza Filistînê re hene. Her du lihev dikin ku divê şer bi dawî bibe.”

TÊKILIYAN NAKOKÎ DERBAS KIRIN

Yusrî îşaret pê kir ku lihevkirinek di navbera Tirkiye û Îranê de heye lê belê sedem cuda ne û got: ′′Tu sedemek yan jî nakokiyek di navbera her du aliyan de tune ye heta ku ev serdana girîng bê betalkirin. Dibe ku demeke din ji bo serdanê di demeke nêz de were diyarkirin.”

Yusrî nirxandina xwe wiha domand: "Nakokiyên di navbera herdu dewletan de li ser berjewendiyên di hin dozan wek kirîza li Kafkasyayê ya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de berdewam in. Li Sûriyeyê jî  ruxmî ku li ser armancên berfireh lihev dikin ku divê ji hebûna Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê xilas bibin, lê nakokiyên din hene ku dibe em li ser erdê bibînin. Tevî wê jî ev nakokî pirsgirêkeke mezin çênekir ku di dawiyê de her du welat têkiliyên di navbera hev de bi temamî qut bikin.”

LÛTKEYA RIYADÊ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemel got a ecêb ne betalkirina serdanê ye lê belê neragihandina wê ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.

El Cemel ji ajansa me re got: "Ez bawer im ku nêrînên cuda yên Tirkiye û Îranê der barê pêşerojê Xezayê û Filistînê de bi giştî, hene."

Der barê lûtkeya Riyad a ku meha borî hat lidsrxistin de û tê de 4 hêzên herêmî (Îran, Tirkiye, Misr û Erebistana Siûdî) beşdar bûn, El Cemel got: "Tevî cudabûna nêrînên û armancên wan lê dîsa jî wan li ser destekdayîna doza Filistînê li hev kir. Helwesta Tirkiyeyê di serî de tenê şermezarkirina kuştina sivîlan ji aliyê herdu aliyan ve bû, piştre Tirkiye berê xwe da Til Avîv û di destpêka şer de xwarin jê re şand, ev jî nîşan dide ku têkiliyên xurt ên Tirkiye bi Til Avîvê re hene."

Nêrîna El Cemel ji ya Mihemed Yusrî cuda bû ku di lûtkeya Riyadê de, nakokî di navbera çar hêzên herêmî de diyar bûn. Nemaze di navbera Tirkiye û Îranê de û got: “Ruxmî ku li ser dozên mîna tunekirina gelê Kurd li hev dikin, lê di aloziya Filîstinê de nêrînên wan cuda bû. Ji ber ku ajandeyên her du dewletan li hember bûyeran cuda ne.”

El Cemel îşaret pê kir ku Îran bi awayekî aşkera piştgiriya Hemasê dike, Tirkiyeyê jî beriya 7`ê Cotmehê şandeyek tevgerê pêşwazî kir û di hin raporan de hate aşkerakirin ku Erdogan piştî operasyona Hemasê, şandeya tevgerê ji Tirkiyeyê qewitandiye.

XEZA PIŞTÎ ŞER

El Cemel diyar kir ku desthilata li Xezayê piştî şer dibe ku yek ji nakokiyên di navbera Îran û Tirkiyeyê de be nexasim ku herdu alî xwedî nêrînên cuda ne û got: "Nêrîn û nakokiyên ku nehatine aşkerakirin ên di navbera Tirkiye û Îranê de der barê pêşeroja Xezayê û rola Hemasê de di qonaxa bê de û hilbijartinên bê Ebû Mazin û vegera Dehlan, hene."

(mh)

ANHA