ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2023
5 kanûn, 2023   02:00

Jinên lêkolîner, jinên rêxistinkirî wekî tîrekî xurt ê pêkanîna guhertinê bi nav kirin û li dijî tundiya banga têkoşîna hevpar a topyekûnê kir. (BI WÊNE).

Şaredariya Gel a Minbicê plansaziya 2023`yan bi dawî bike û plansaziya sala 2024`an daniye. Di plansaziyê de projeya avakirina bajarekî pîşesaziyê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê nexweşxane di rewşa awarte de dixebitin. Tunebûna dermanan jî bandoreke giran li nexweşan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Seroketiya Tirkiyeyê ragihand ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana xwe ya ji bo Enqereyê betal kir. Gelo sedemên rastîn ên betalkirina serdanê çi ne? (BI WÊNE).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li dijî kiryarên dewletat Tirk a dagirker ên li dijî cenazeyên gerîlayên şehîd, radestkirina cenazeyê şehîd Axîn Seydo di qutiyekê de, daxuyaniyekê li navenda xwe ya li bajarê Kobanê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi armanca naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştî erdheja ku li Îmraliyê rû da, şêniyên herêma Bakûr û rojhilatê suriyê çalakî bên li daxixtin. li herêma Firadê meş ji qada Jina Azad dest pê dikin, saet di 11.00′an de. Şêniyên Çilaxa , meş ji çerxerêya Jinê dest pê dike, saet di 11.00′an de li Hesekê  jî meş ji çerxerêya Sînalko dest pê dike, saet di 12.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA