Li dijî tundiya li ser jinan banga têkoşîna hevpar

Jinên lêkolîner, jinên rêxistinkirî wekî tîrekî xurt ê pêkanîna guhertinê bi nav kirin û li dijî tundiya banga têkoşîna hevpar a topyekûnê kir.

Li dijî tundiya li ser jinan banga têkoşîna hevpar
5 kanûn, 2023   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Li gel şer û pevçûnên ku li cîhanê rû didin, tevahî cûreyên tundiyê ji tundiya fîzîkî û dirûnî, heta tundiya civakî li ser jinan tên meşandin. Jin ji navendên rêveberinê tên dûrxistin û hêza wan tê paşguhkirin.

Li beramberî vê yekê pêngavên navneteweyî û cîhanî yên li dijî tundiya li ser jinan berdewam in ku di 25′ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan) dest pê kirin û dê 10′ê Kanûnê (Roja Mafên Mirovan a Cîhanê) bi dawî bibin.

′CIVAKÊN ROJAVAYÊ BEDENA JINAN WEKÎ METAYÊ BI KAR TÎNIN′

Lêkolînera ji Misirê Ferînaz Etiye îşaret pê kir bi hebûna pergalên dîkator tundiya li ser jinan zêde dibe.

Ferînaz Etiye ji ANHA′yê re axivî û got: "Her çiqasî pergala dîkator û faşîst zêde bibe ewqasî tundiya li ser jinan jî zêde dibe, çima? Ji ber ku ev pergal dibînin ku mîsyoneke du qat dikeve ser milê jinan. Mixabin çiqas civak pêş bikevin û çiqasî jin pêşketî bin; lê kêm şans in. Her tim pesnê jinan û azadiya wan tên dayîn û banga rawestandina tundiya li ser wan tê kirin."

Ferînaz diyar kir ku her çiqasî rêveber durist be û mutewazin be hingî wê jin jiyaneke guncaw di civakeke durist û demokratîk a watedar de bijîn û wiha pê de çû: "Mebesta min ne civaka rojavayî ye, ji ber ku çiqasî cîhan li civaka rojava wekî civaneke demokratîk dinêrin ku edaletê ji bo jinan pêk tîne, lê ev edalet sexte ye, ev demokrasî ne ya rast. Li rojava di çandê de cudekarî li hemberî jinan heye, her wiha  bedena jinan wekî meta ji bo reklaman bi kar tînin. Ev hemû yek ji şêweyên cûdakariyê li hemberî jinan e."

′AZADIYA JINAN AZADIYA TEVAHÎ CIVAKÊ YE′

Ferînaz diyar kir ku desthilat û pergalên despotî her tim giraniya xwe didin lawazkirina jinan û çewisandina mafên wan û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bo nimune eger em li ramanên fîlozof birêz Ebdullah Ocalan binerin em ê bînin ku di axaftinên wî yên li ser jinan de jin û dagirker tîne beramberî hev. Dagirker hewl dide rûmeta jinan têk bibe û zorê li wan bike, wan bigire û mafên wan tune bike. Dagirker dikare bi hewldanên xwe yên pêkanîna tundiya li ser jinan welat kontrol bike, bi vê yekê re jî azadiya jinan tê wateya azadiya tevahî civakê."

Ferînaz Etiye di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî pergalên dagirker û despotiyê û ev şîrove kir: "Li gelek welatên Rojhilata Navîn jin ji kevin ve ji bo bidestxistina mafên xwe di nava hewldanan de ne û li hemberî desthilat û pergalên despotî û dagirkerî şerê kirin. Fêrbûn, çand, helwestên jiyanî û aloziyên li welat dehf dan wan. Bo nimune jinên li Sûriyeyê ji ber rêveberiya faşîst a li welat gelek êş û azaran dikişînin. Her wiha hêzên Tirk ên dagirker binpêkirinan li jinan dikin, îşkenceyê li jinan dikin û wan digirin. Her wiha hinek rewşên destdirêjiyê hene. Di heman demê de li Xezayê kiryar û binpêkirinên herî xirab li jinan tên kirin. Jinên di qadên tenduristiyê tên hedefkirin, qetilkirin û girtin. Ji vê zêdetir hin jinan zarokên xwe ji dest dan û hinekên din xizmên xwe ji dest dan. Dîsa jî jin tên koçberkirin û îşkence li wan tê kirin. Ji vî mentiqî têkoşîna li hember zordestî û tundiya li ser jinan ji her demê bêtir bûye pêwîstiyek."

BERDEWAMA TÊKOŞÎNÊ

 Ferînaz bang li rêxixtin û tevgerên jinan kirin ku jinan bi mafên wan bidin nasîn. Her wiha bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşînê geş bikin.

′JI BO BEDANE JINAN ŞER TÊ KIRIN′

Rêvebera Navenda Lêkolînên Zayandî ya ji Sûdanê Nîmat Kûkû jî ji ANHA′yê re axivî û got: "Perglaên dîkator tundiyê li ser jinan dimeşînin ji ber ji demokrasî û tevgerên gel ditirsin, her wiha ji daxwaza dewleteke medenî ku wekheviyê pêk bîne, ditirsin, di encamê de jin a herî zêde ye ku tevahî cûreyên tundiyê ji aliyê dewletê ve li ser wan tê meşanin. Di siyasetan de cûdekarî û newekhevî hene, qanûn tên derxistin ku azadiyan jinan diçewisîne."

Nîmat diyar kir ku şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn rû didin li ser bedane jinan têne kirin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Jin tîrê herî bi hêz ê ber bi azadiyê ye, pergalên dîktator û nîvdemokratîk û yên îdikaya demokrasî û mafên mirovan dikin ji vê yekê ditirsin, lew ra jinan bi taybetî bedena wan dikin hedef, ji ber ku bedana jinan wekî milkê xwe dibînin."

Nîmet îşaret bi tevgera rêxistin û saziyan jinan jî kir û wiha got: "Li hemberî van gefan tevgereke jinan a girseyî û berfireh heye. Em dibînin ku jin ji bo demokrasiyê, ji bo şoreşê û ji bo guhertinê di refên pêşîn de ne, ji ber ku guhertin ji bo berjwendiyên wan e. Bi nêrîna min jin li gel vê tevgerê, bi taybetî li welatên ereban û li gel dewletên dîktator berdêl dan. Li Sûriye, Tirkiye, Iraq, Lîbya, Sûdan û Misirê şehîdên jin çêbûne. Her wiha hejmareke mezin a jinan ji bo guhertinê jiyana xwe dan, lew ra hebûna jinan tirsek daye pergalên dîktator ên baviksalar ên li ser çewisandin, biçûkxistin û cûdekariyê ava bûne."

Nîmet diyar kir ku ji bo rawestandina tundiya li ser jinan nêrîneke fikrî ya durist tê xwestin û wiha domand: ′′

Dijminahî, ceng, dirûşme û rêxistin ne li dijî zilam e; lê li dijî pergala siyasî, aborî û civakî ye ya ku piştaftin û cûdekariyê xurt dike û di nav de jin jî hin beşê civakê diçewisîne. Li ser vê yekê divê em tevde dewleta çînî ya dîkator teşhîr bikin. Her wiha divê em li hemberî tevahî cûreyên tundiyê wekî tundiya bedenî ya destdirêjî û tecawîz, tundiya li ser esasê xurtkirina xîtaba nefret û nîjadperestiyê wekî şerê Îsraîlê yê li dijî Ereban, her wiha li hemberî şerê li ser esasê etnîkî wekî şerê li dijî Kurdan, şerê li xelkê Darfor ê Sûdanê rabin. Ji bo vê yekê ji jinan tê xwestin xwe bi rêxistin bikin, li hemberî xwezaya deweletê û tevahî amûrên wê yên siyasî û qanûnî bisekin."

′LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JNAN TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛNÊ PÊWÎST E′

Rêvebera Navenda Lêkolînên Zayandî ya ji Sûdanê Nîmat Kûkû bang li tevahî jin û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan xebateke hevpar pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêkanîna guhertina civakî, aborî û çandî pêwîstiya me bi tevahî beş û tevgerên civakê heye. Di vê her kes bibe beşek ji pêngava me, nemaze ku dirûşma me ya îsal "Bibin yek", yanî divê her kes bi hev re li hemberî tundiya li ser jinan bixebite û rê li ber tundiyê bigire."

(bb)

ANHA