Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin

Cotkarên herêma Cizîrê bi miqdareke mezin sebzeyên payîzê çandin û şêniyan dest bi amadekariyên zivistanê kiriye.

Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin
Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin
Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin
Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin
Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin
Li gundewarên Tirbespiyê sebzeyên payîzê têne çandin
4 îlon, 2026   05:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Îsal derfet zêdetir bûn ku cotkar sebzeyên payîzê yên wekî bacanên reş, milûxiyê, îsot, sîr û pîvazan biçînin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê îsal gelek cotkaran sebzeyên payîzê çandine. Cotkarên gundewaran piştî ku mewsim rakirin, erdên xwe cot dikin û av didin. Piştre cotkar milûxiyê, bacanên reş, pîvaz, sîr û hwd diçînin.  

Cotkar Mehmûd Hemûd tecrubeya xwe ya çandina sebzeyên payîzê got: "Piştî rakirina mewsim em du caran erdên xwe cot dikin, av didin û ji bo çandiniya sebzeyên payîzê amade dibe. Dema ku sebzeyên payîzê çandin divê hay ji milûxiyê û bacanên reş hebin, ji kêzikan biparêzin û gubre lê bikin. Çandina sebzeyan fêde li erdên çandiniyê dike. Em ne tenê pêdiviyên malbatî pêk tînin, dema ku em dadixin bazarê buhayên sebzeyan dadikeve û barê welatiyan sivik dibe."

DAXWAZÊN COTKARAN

Cotkar daxwaz dikin ku miqdara mazotê ku didin wan, zêde bikin da ku bikarin sîstematîk bîrên xwe vêxin. Her wiha gubre bi pereyekî ku li ser wan ne giran be, bidin cotkaran, avdaniyê bi alav û rêbazên nûjen bikin da ku av têra wan bike û nexweşî dernekevin.

Ji bo cemidandina sebzeyan pêşniyar kirin ku girîngiyê bidin qada çêkirina xwarinê û cemidandina wê, ew jî depoyên cemidandina sebzeyan vekin da ku şênî bikarin sebzeyên ji zivistanê re amade kirine, bixin wan depoyan.

(np)

ANHA