Şêniyên Dêrikê: Em paşguhkirina zimanê me yê dayikê qebûl nakin

Şêniyên Dêrikê biryara girêdayî dersên Kurdî red kir û da zanîn ku hebûna gelê Kurd bi parastina nasname û perwerdeya zimanê dayikê pêk tê. Şêniyan diyar kir ku ew ê dest ji daxwaza perwerdeya zarokên xwe ya bi materyalên Kurdî bernedin.

Şêniyên Dêrikê: Em paşguhkirina zimanê me yê dayikê qebûl nakin
4 îlon, 2026   07:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Bertekên li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya girêdayî mijara dayîna 3 dersên zimanê Kurdî di hefteyekê de, didomin. Têkildarî mijarê şêniyên bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Mûrad Elî da zanîn ku perwerdeya bi zimanê Kurdî mafeke wan ê rewa ye û got: “Em daxwaza xwendina bi materyalên zimanê Kurdî dikin, ev bi şoreşeke dirêj a ji berxwedan û kedayînê hatiye bidestxistin, mafê me yê normal e, em qebûl nakin ku tenê 3 ders werin dayîn, divê perwerdeya zarokên me ya bi zimanê dayikê bidome.”

Raxida Xelîl diyar kir ku ev biryar ne li gorî tişta ku nifşê bi zimanê xwe yê dayikê fêr bûne ye û wiha dom kir: “Ev biryar rastî bertekan tê û em qebûl nakin ku keda şehîdên me vala derkeve.”

Raxida Xelîl ev yek anî ziman: “Daxwaza me ya sereke ew e ku zimanê Kurdî wekî zimanê Erebî bi temamî bibe zimaneke fermî, divê mîna wê ders jê re bên veqetandin, ji ber ku ev biryar bandoreke neyînî li pêşeroja zarokên me dike, em zarokên xwe naşînin dibistanan heta ku zimanê Kurdî bê naskirin û fermîkirin. Dema em ji bo ziman tawîzan bidin, wê demê em dest ji hebûna xwe berdidin.”

Ciwan Hesen got: “Di demekê de ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, piştî Peymana 29`ê Çileyê ya ku mafê taybetmendiyên herêmê diparêze, em bi vê biryarê matmayî man, em vê biryarê qebûkl nakin û em ê li hemberî wê helwestekê bidin.”

Ciwan Hesen got: “Parastina herêmên me ji parastina zimanê me dest pê dike, em ji pey perwerdeya zarokên xwe ya bi zimanê dayikê venagerin.”

(sb)

ANHA