Pisporekî Misrî: Nebûna stratejiyeke navneteweyî dibe sedema vegera DAIŞ`ê

Pisporê rêxistinên terorîst Munîr Edîb diyar kir ku nebûna stratejiyeke navneteweyî dê bibe sedema vegera DAIŞ`ê û got, divê dezgeheke navneteweyî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de were avakirin ku erka wê tenê mijûlbûna bi rêxistinên terorîst ve be.

Pisporekî Misrî: Nebûna stratejiyeke navneteweyî dibe sedema vegera DAIŞ`ê
26 tebax, 2025   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

6 sal di ser hilweşîna DAIŞ`ê re derbas bûn, lê mijara hebûna DAIŞ`ê û siberoja wê hîna jî di rojeva navneteweyî de ye.

Serokê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku 20’ê Tebaxê hatibû lidarxistin de, diyar kiribû ku DAIŞ`ê li Sûriyeyê hîn jî gefeke rastîn e û gotibû, "piştî hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ser desthilatê, rewşa lawaz bûye, DAIŞ’ê valahiya ewlehiyê bikar tîne da ku êrişan pêk bîne û nakokiyên mezhebî gûr bike. "

Der barê mijarê de pisporê karûbarên rêxistinên tundrew Munîr Edîb ê Misirî got, civaka navneteweyî hîn jî di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de zehmetiyan dikşîne. Edîb destnîşan kir ku Koalîsyona Navneteweyî di dosyaya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de caran têk çûye û ev nirxandin kir: "Cara yekem piştî ragihandina 'xîlafetê' di sala 2014`an de bû; heya ku kontrola rêxistina DAIŞ’ê li Reqa û Musilê bi dawî kir, 5 sal bi temamî dirêj kir. Cara duyemîn jî di sala 2019`an de dema ragihandin ku DAIŞ’ê hilweşiya. Tevî ragihandina hilweşîna DAIŞ’ê jî lê heta niha behsa hebûna wê ya berdewam tê kirin. "

Edîb di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî di dema kontrola DAIŞ’ê ya li qadên berfireh de rê dida hin welatan ku piştgiriyê bidin çeteyên DAIŞ`ê an jî çavên xwe ji vê yekê digirt û got, ev piştgirî bi awayekî rasterast an jî bi peymanên aborî yên neqanûnî yên wekî kirîna petrolê ji DAIŞ`ê çêdibû.

Edîb diyar kir ku desthilata niha ya li Sûriyeyê bi awayekî nerasterast ji bo tundrewiyê jîngeheke guncaw peyda kiriye, ev yek jî dergehek ji bo vegera DAIŞ`ê û komên din ên tundrew vebe. Edîb got, têkiliyek dostaniyê di navbera DAIŞ`ê, Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên tundrew ên Îslamî yên li Sûriyeyê de heye.

Edîb hişyarî da ku îradeyeke rastîn a navneteweyî ji bo pêşxistina nêrînek û stratejiyeke berfireh a şerê li dijî rêxistinên "terorîst" tune ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Pirsgirêk ne tenê têkibira DAIŞ`ê wekî "rêxistin" e, lê di pirsgirêk helwesta li hember welatên ku piştgiriyê didin wê an jî ji bo wê armancên siyasî û ewlehiyê bikar tînin e."

Munîr Edîb îşaret bi vê yekê kir ku li ser asta navneteweyî pênaseyeke yekgirtî ya terorîzmê jî tune ye, loma ev jî dibe sedem ku di vê mijarê de dualîbûn çêdibe.

Edîb bi domdarî got "Hin hêzên mezin, rêxistinên olî yên tundrew wekî tevgerên siyasî dibînin ku dikarin bi wan re dan û standin bikin. Berdewamkirina vê nezelaliyê tê wateya ku dê xetereya van koman li ser aştî û ewlehiya navneteweyî berdewam bike."

Pisporê karûbarên rêxistinên tundrew Munîr Edîb di dawiya axaftina xwe de banga avakirina dezgeheke navneteweyî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de kir ku erka wê tenê mijûlbûna bi rêxistinên terorîst ve be.

(k)

ANHA