Nûnerê eşîrên El Sade El Eşarif: Bi hevgirtinê em welatê xwe ava bikin

Nûnerê eşîrên El Sade El Eşarif li Sûriye û Iraqê diyar kir ku kesên bi navên eşîrên herêmê hewl didin fitne û nakokiyan derbixin, nûnertiya eşîran nakin û ev bang kir "Bi hevgirtinê em welatê xwe ava bikin."

Nûnerê eşîrên El Sade El Eşarif: Bi hevgirtinê em welatê xwe ava bikin
26 tebax, 2025   04:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Nûnerê eşîrên El Sade El Eşarif li Sûriye û Iraqê Hisên El Sade têkildarî gotinên kîndarî nefretê ku li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li dijî QSD û Rêveberiya Xweser zêde bûne ji ajansa me re axivî. 

Hisên El Sade diyar kir ku hin kesên li derve yên ku xwe wekî berpirsên eşîrên Ereban nîşan dide bi rêya medyaya dîjîtal hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fitneyan derxin, lê ev kes bi tu awayî nûnertiya eşîran nakin.

El Sade destnîşan kir ku eşîrên li herêmê ji salan ve bi hev re dijîn û tu kînên kesî li hember ê din tune ye û got: "Ger kîn û nefret hebûna goristanên şehîdan ku hemûyan hembêz dikin tune bûn. Goristanên şehîdan nîşaneya hevgirtin û hezkirinê di nava şêniyên herêmê de ye."

PÊDIVIYA SÛRIYEYÊ BI GOTINÊN HEZKIRIN Û AŞTIYÊ HEYE

El Sade peyamek da kesên gotinên kîndariyê dikin û wiha got: "Pêdiviya Sûriyeyê bi gotinên hezkirin û aştiyê heye. Çima hûn ji Sûriyeyiyan re nabêjin ji hev din hez bikin da ku em ji nû ve Sûriyeyê ava bikin. Bes xwînrijandin û fitne, bes e karên di odeyên tarî de. Divê Sûriyeyî ji bo ji nû ve avakirina welatê xwe hevgirtî bin."

El Sade diyar kir ku "Divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên Sûriyeyê di ser hemû berjewendiyên takakesî, mezhebî û partiyetê re bigirin."

ˋQSDˊÊ JI ME YEˊ

Hisên El Sade destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û QSDˊê ji zarokên eşîrên Ereb, Kurd û Xiristiyan pêk tê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Qenciya Kurdan li ser me heye. Dema Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê Kurdan ve hat avakirin, li ser bingeha girêdana etnîkî yan mezhebî tev negeriya, lê belê li ser bingeha xwişk û biratiyê tev geriya û ji Ereban xwest tev lê bibin. Me bi hev re Rêveberiya Xweser û herêmên xwe ava kirin."

El Sade anî ziman ku "Me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em ava dikin hilnaweşînin û xebata hevbeş a di nava pêkhateyan de rêbaza pêşxistina herêman û pêkanîna îstîqrarê ye."

ˋSIBEROJA SÛRIYEYÊ DI DIYALOGA BERFIREH DE YEˊ

Nûnerê eşîrên El Sade El Eşarif li Sûriye û Iraqê, Hisên El Sade di dawiyê de diyar kir ku siberoja Sûriyeyê di diyaloga berfireh a navbera tevahî Sûriyeyiyan de ye û got: "Ji bilî diyalogê çareserî tune ye. Dema em wek Sûriyeyî diyalogê dikin, em ê bigihînin çareseriyekê. Berjewendiya Sûriyeyê di ser giştî re ye û em ê ji berê baştir ava bikin."

(fr)

ANHA