Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê bi biryarên nû sûcên xwe vedişêre

Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê biryarên nû derxistin û got ew biryar ji bo kontrolkirina xebatên leşkerî û parastina agahiyan e lê ya rast ew biryar ji bo ku rê li ber belgekirina sûcan bê girtin û komkujiyên ku hêzên wê li Siwêda û Peravê kirine, veşêre.

Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê bi biryarên nû sûcên xwe vedişêre
25 tebax, 2025   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê biryarên nû derxistin. Îdia kir ku armanca wê, “kontrolkirina xebatên leşkerî û parastina agahiyan e”. Lê di rastiyê de ew biryar tenê ji bo ku sûcên ku hêzên wê li Siwêda û Peravê kirine, neyên belgekirin. 

Wezaretê, dîmenkişand li navendên leşkerî, tevgerên meydanî û dewreyên perwerdeyê qedexe kir. Her wiha li gorî biryaran nabe endamên hêzê bi cilûbergên leşkerî wêneyên xwe yanjî dîmenekê li ser medya dijîtal parve bikin. Diyar e ku wezaret dixwaze sûcên xwe veşêre.  

Wezaretê diyar kir ku nabe endamên leşkerî daxuyanî yan jî agahî yan jî cihê yekîneyan aşkera bikin. Wisa xuya dike ku wezaret bi vê biryayê hewl dide agahî yan jî nûçeyên li ser sûcan û girtinan, neyên belavkirin.

Wezaretê der barê cilûbergên leşkerî de destnîşan kir ku ji bilî, dirûşmên wê nabe tu sembol yan jî dirûşmên din li ser cilûbergên endamên leşkerî hebin. Ev jî piştrast dike ku endamên wê sembolên DAIŞ`ê di êrişên xwe yên berê de bi kar anîne.

Ev biryarên ku bi “derqanûnî” hatin navand, hewldaneke derengmayî ya tepeserkirina delîlan û bêdengkirinê ye. Nemaze piştî ku wêne û dîmenên komkujiyan li her derê belav bûn û destê wezaretê yê rasterast di wan sûcên li Peravê û Siwêdayê de aşkera bû.

(şx)