Pisporan çêbûna şerekî rasterast di navbera Washington û Tehranê de red kir

Pispor di wê baweriyê de ne ku şerekî rasterast di navbera Washington û Tehranê de çênebe û îşaret pê kir ku aloziyên li Rojhilata Navîn, şerê bi wekîlan e ku aliyên wê yên sereke Çîn, Rûsya û Îranê û aliyê din NATO bi serkêşiya DYA`yê ne. 

Pisporan çêbûna şerekî rasterast di navbera Washington û Tehranê de red kir
6 sibat 2024   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi daxuyaniyên fermî destnîşan kir ku ew naxwazin şerekî rasterast li dijî hev bikin, nemaze piştî ku şerê nerasterast di navbera her duyan de li Rojhilata Navîn firehtir bû, rêveberên Pasdarên Îranê û leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.

Mamosteyê lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Shaanxi li Çînê û lêkolînerê Zanîngeha Exeter a Brîtanyayê Dr. Sîfan Seîd got: "Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, şerê bi wekîlan e. Lê belê ne tenê di navbera Îran û Amerîkayê de ye, di navbera NATO û Rûsya, Çînê de ye jî."

Metirisiya amerîkayê ji hesabên çîn û rûsya yên li herêmê

Seîd destnîşan kir ku wekîlên ne navneteweyî yên Îranê hene, mîna komên çekdar ên li herêmê û wiha domand: "Amerîka ne tenê ji Îranê bi fikar e lê belê divê em hesabên Rûsya û Çînê li hember Îsraîlê û herêmê ji bîr nekin."

Seîd diyar kir ku zaîfbûna Amerîka li herêmê ji hebûna rastîn a Rûsya û Çînê ve dest pê kir yanî ji 2015`an ve.

Bi nêrîna wî, fikar û metirsiyên DYA`yê ji gûrkirinê li herêmê hene, nemaze piştî operasyona Hemasê ji ber ku endiyeke din bi Îranê re vekir û dê Washingtonê bi xwe re bikişîne çiraveke mezintir.

seîd destnîşan kir ku DYA texmîn nekir Hemas heta niha li ber xwe bide, hesabên wê ji vî şerî re şaş bûn.

DARBEYÊN BIÇÛK JI BO KU RÊ LI PÊŞIYA ŞERÊ YEKSER BIGIRE

Seîd îşaret pê kir ku Îran û DYA ji bo ku şerekî yekser çênebe, êriş wekîlan kirin.

Girêdayî heman mijarê, pisporê analîzekirina siyasetên navneteweyî û serokê malbenda erebî ya analîzekirina siyasetên Îranê Dr. Mihemed Muhsin Ebû El Nûr jî got: "Piştî kuştina leşkerên Amerîkayê, bersivdayîna DYA`yê li Sûriye û Iraqê, Tehran dê bersiv bide û berjewendiyên Amerîka li Sûriye û Iraqê bi awayekî nerasterast, bike hedef."

ÎRAN DEV JI STRATEJIYA XWE YA MEZIN A DERXISTINA HÊZÊN AMERÎKA JI HERÊMÊ BERNADE

Ebû El Nûr wiha domand: "Îran dev ji stratejiyên xwe yên mezin bernade ku hêzên Amerîkayê ji herêmê bi rêya mîna van êrişên li dijî hebûna Amerîkayê bernade. Amerîka wê neçar be ku dev ji rola xwe ya herêmî berde û berê xwe bide rojhilat li gor strateniya eniya Asya."

Ebû El Nûr wiha domand: "Ev bi daxwaza Amerîkayê ve û nêzîkatiya wê ji metirsiya Îranê ve yan jî bi strarejiya Îranê ve girêdayî ye. Ji ber ku Îranê ragihand ku piştî kuştina Silêmanî ew ê li gor stratejiyeke nû ya li ser bingeha cezakirina hêzên Amerîkayê ji ber qetilkirina Silêmanî û derxistina wan, tev bigere."

Ebû El Nûr destnîşan kir ku derxistina Amerîkayê ji herêmê dê bi rêya operasyonên giran heta gelek salan pêk bê û got: "Bi van operasyonan Amerîka dê neçar bibe ku leşkerên xwe biparêze û ji herêmê derkeve. Eger Amerîka li hember kuştina 3 leşkeran li baregeha Burc 22 li sînorê Urdun - Iraq – Sûriyeyê, bersiveke giran bide Îranê, dê Îran hinekî rewşê aramtir bike. Lê belê tunebûna bersiva Amerîkayê dihêle Îran bi awayekî xurtir vê stratejiya xwe bidomîne."

ÎRAN DÊ DENG BIMÎNE

Ebû El Nûr diyar kir ku Îran dê li hember darbeyên Amerîkayê bê deng be ji ber ku ev derbe tenê bi armanca aramkirina raya giştî ya Amerîkayê ne, lê belê Îran dê bi rêya Hûsiyan û komên li Iraq û Sûriyeyê bersivdayînên xwe bidomîne, lê bi awayekî fermî ew ê li hember derbeyan bê deng bimîne.

(şx-mh)