Çeteyan li Efrînê welatiyekî bi darê zorê ji Tirkiyeyê şandiye revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek Kurd ji xelkê gundewarên navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî ku bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve hatibû şandin, revand.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî bi darê zorê ji Tirkiyeyê şandiye revand
6 sibat, 2024   09:32
ŞEHBA

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê, çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker yekşema borî welatiyê bi navê Elî Ebdurehman Mihemed Elî (43) yê ji gundê Qizilbaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand.

Desthilatên Tirk di 2023ˊyan de di çarçoveya şandina bizorê ya penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê, Elî ber bi Efrînê ve şandibû.

(fr)